Danasîna Albûma Bûka Azadiyê -4: “Qêrîna Şengalê”

Firaz Baran

Di nav albûma “Bûka Azadiyê” de strana çaremîn “Qêrîna Şengalê” ye. Stran li ser Fermana 74an e. Em berê gotinên stranê parve bikin:

Qêrîna Şengalê
Gotin, Muzîk û Stranbêj: Cewad Merwanî
Aranje: Memo Gül

Dîsagotin
Ey hewar hewar sed carî hewar
Kî ji bîr dike wê derba xedar
Dîrok baş zane ev ya bû çend car!
Ferman li ser me bû heftê û çar car

Li ser Şengalê agir bariyan
Jin û zarok tev qîrîn û giriyan
Kuştin girtin birin çi zilma giran
Namus paymal bû ax ket bin piyan
Ey hewar hewar

Ey hewar hewar sedcarî hewar
Dunya temaşekir tev man kerr û lal

Ji Zerdeştê kal ta pênc hezar sal
Çand û hunere dîroke Şengal
Warê piroze Lalişa delal
Qîrîn û feryade himêzkin heval
Ey hewar hewar

Dîsagotin

Hatin leheng ji Rojava û çiyan
Ref bi ref hatin hêviya gelan
Ji bo rizgarbikin her der û çiyan
Bûn rûmet û deng reng dane cîhan

Muzîkjenên Stranê
E-Gitar, Ki-Gitar, Tembûr: Mazlum Rewşen
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emanuel Stanley
Keyboards: Eser Gül
Mey, Duduk: Kemal Ceylan

Şîrove

Strana “Qêrîna Şengalê” li ser Fermana 74an e.

Cewad Merwanî di salên dawî de stranên girîng nivîsandine. Têgihîştinek wî ya kûr heye li ser çanda gelêrî û hunera dengbêjiyê. Her wiha, salên dûr û dirêj li ser Radyoya Êrîvanê, Radyoya Bexdayê û dengbêjên Bakurê Kurdistanê lêkolîn kiriye. Ev bi giştî bandorek erênî li ser strannivîsîna wî kiriye. Mînakî, strana “Zap” mînakek baş a strannivîsîna wî ye. Wekî din, muzîka ku ew diafirîne gihîştiye, berhemên pir bi safî derxistiye holê.

Di berhema xwe ya “Qêrîna Şengalê” de, hunermend behsa trajediya ku di sala 2014an de qewimî dike. Dema ku meriv li gotinên stranê bi tevahî dinêre, dibîne ku wî wekî kompozîsyonekê nivîsiye. Stran ji beşên pêşgotin, pêşvebirin û encamê pêk tê, ku xuya dike ku ev hilbijartinek hişmendî ya hunermend e.

Benda yekem dibêje ku 74 ferman li dijî Êzîdiyan hatine derxistin, rastiyek ku dîrok baş dizane. Benda duyem dagirkirina Şengalê (2014), kuştina mirovan, hêstir û hewara ku ezman tijî dikir vedibêje û dibêje “lê dîsa jî cîhan kerr û lal maye.”

Di benda sêyem de, hunermend vedibêje ku Şengal dergûşeke çand û hunerê ya pênc hezar salî ye û Lalişa Pîroz li wir e. Di benda dawî de, rizgarî tê nîşandan. Ew behsa lehengên ku ref bi ref ji Rojava û çiyayan hatine dike û dibêje “dibin çavkaniya rûmet, deng û reng ji bo cîhanê da ku her derê azad bikin.”

Hunermendên profesyonel gelek stran li ser Jenosîda Şengalê û şehîdan afirandine û li ser albûm û platformên dîjîtal parve kirine. Lê, ne hemî ji wan xwedî kalîteyek bilind in. Carinan xuya dibe ku hinek stran bilez hatine nivîsandin û muzîka wan bilez hatiye afirandin û ev nêzikatî kalîteya giştî kêm dike.

stranên bi kalîteya bilind jî hene. Wekî mînak, strana bi navê “Mam Zekî Şengalî”, ku Ayhan Demir nivîsiye û muzîka wê Dilovan afirandiye. Ez strana Cewad Merwanî jî di nav stranên bi kalîte dibînim. Ji ber ku gotinên xwe sîstematîk in û muzîka wê jî giran e, ango li gorî bûyerê hatiye afirandin.

*Benda dawî (Strana “Qêrîna Şengalê) li ser berga albûmê hatiye nivîsandin lê di nav stranê de tune ye.