Çîroka Strana “Dayê”

Lorîn Markasî / Köln

Di kaseta hozan Şemdîn a bi navê “Desmala Govendê” de 14 stran hene. Stran ev in:

Desmala Govendê
Şen bî
Wey Narînê
Çûm Bitlîsê
Nermê
Teşiya Te
Kirasê Te
Xecokê
Şirînê
Dayê
Eva Dunya
Nabe
Derdê To û
Werne Dewatê.

Strana “Dayê” xwedî çîrokeke taybet e. Di sala 1986an de hozan Şemdîn ji bajarê xwe Îdirê wek karker diçe welatê Lîbyayê. Dema ku ji malbatê xatirê xwe dixwaze û siwarî wesayeitê dibe diya wî duayan dike û pey wî avê direşîne.

Şemdîn li Lîbyayê dixebite û piştre tevlî xebatên çand û hunera şoreşê dibe. Bi dehan sal diya xwe nabîne.

Navê dayîka Mamoste Şemdîn, Xanimzera Evdilê ye. Di sala 1916an de ji dayîk bûye û di 20.04.2003an de koça dawî kiriye. Mamoste, di heman salê de di Roja Dayîkan de strana Dayê çêkiriye û televîzyonê (Medya TV-Bernameya Şevberkê) de xwendiye.

Mamoste, di vê stranê de roja ku diya wî ew rê kiriye vedibêje. Her wiha muzîkek pir ji dil çêdike. Gotinên stranê li jêr in:

Dayê
Tekst û Muzîk: Şemdîn

Dayê min helal bike
De tu şîrê berê xwe
Zelûlî mezin kirim
Va dişînî bi destê xwe
Stûxarî xwedî kirin
Va rê dikî bi destê xwe

Destê xwe bilind bike
Ji min re bihejîne
Dengekê zîz û nalîn
Ji boy min bilîlîne
Tasekê ava zelal
Li pey min bireşîne

Çavê me yî li rêyan e
Barê me yî giran e
Va diçim ser oxir e
Vegerê kes nizane
Va diçim ser oxir e
Hatinê Xwedê zane

Mala neyar xira be
Me nehiştin jiyane
Du rê dane li ber me
Yek çiya ye yek zindane

Berxê mino
Dilê dayîka te disa dişewite
Kerba te nale nale
Gundê me kavil kirin
Warê me weran kirin
Me nehiştin jiyan û pergale

Ax de Dayê
Xerîbê Dayê
Dil şikestiyê Dayê
Şîrînê Dayê
Kedkarê Dayê
Te yê bi salan ez hêjandim
Ez lorandim, ez mêjandim, xwedî kirim
Bi destê xwe dişînî rûmetê Dayê
Ax de Dayê Dayê Dayê

Xanimzera Evdilê (Dayîka Mamoste Şemdîn) / 1916-2003