Alî Merdan: 900 Stran

Rojîna Gulê / Denderleeuw

“Ger mirov nazîk û bi êş be, divê xwe nêzî meqaman neke.
Meqam helwestek dil hişk dixwaze. Ger ne wisa be, dê mirov bihele.
Çiqasî bi hêz û ronakbîr be jî, ew ê wî biavêje nav êgir.” Alî Mêrdan-

Me portreya Alî Mêrdan amade kir. Keça xwe Qedriye Elî Mêrdan, şanoger Barzan Şasiwar, stranbêj Hesen Germiyanî û rojnamevan Ferman Mihemed diaxive…

***

900 Stran Tomar Kiriye

Alî Mêrdan di sala 1904an de li taxa Bertakiye ya Kerkûkê ji dayik bûye.

Di sala 1939an de dest bi muzîka profesyonel kiriye.

Heta sala 1981ê anku di nav 52 salan de 900 stran tomar kiriye.

Gotinên stranên piranî car ji helbestvanan girtiye. Lê awaza piraniya van stranan Alî Mêrdan daniye.

Alî Mêrdan gelek plak û kaset jî derxistine. Li gorî Barzan Şasiwar çend stranên wî yên herî naskirî ev in:

“Fatîma
Kiras Kuderê Awrîşim
Xom û oda kam
Kolan bi Kolan
Cana Besiyetî
Ew Parçam û Agirî Can
Şev û Roj Li Xeyal Li Ber Çavî
Mama Canî Mama
Şadeşil Bo Çî Wat Kird”

Qedriye Alî Mêrdan: Bavê min mirovekî nefsbiçûk bû

Ali Mêrdan Arabî, Farsî û Turkmenî wek Kurdî dizanî.

Wî bi hostayî gelek amûrên muzîkê bikartanî.

Keça wî Qedriye tevlî bernameya Barzan Şasiwar dibe (Stêrk TV) û li ser bavê xwe van agahiyan dide:

“Bavê min gelek qîmet dida helbestvanên kurd. Timî helbestên wan dixwend û dixwest ji bo van helbestan awazan çêbike. Bi vî awayî 900 stran derketine. Bavê min jêhatî bû, lê ji wê zêdetir mirovekî pir nefsbiçûk bû. Ji bo kesên ku di warê xwe de zana bûn, pir rêz digirt. Guhdarkirina wan hez dikir.”

Hesen Germiyanî: Bi Ruhê Paqij Mîraseke Mezin hişt

Stranbêj Hesen Germiyanî jî tevlî heman bernameyê dibe û li ser Alî Mêrdan vê şîroveyê dike:

“Xuya bû ku muzîka kurdî emanet girti bû. Hînî meqaman dibû, xwedî li wan derdiket û bi stranên nû meqaman dewlemend dikir. 52 salan bi ruhekî pak û bi vî rengî xebitî û ji nifşên paşerojê re mîraseke girîng hişt.”

Me Alî Mêrdan ji rojnamevan Ferman Mihemed jî pirsî. Mihemed got:

“Di zarokatiya xwe de her roj diçe Tekkeya Telabanî. Li feqî û meleyan guhdarî dike. Meqamên pêşîn ji wan fêr dibe. Dibe heyranê muzîkê. Piştre bi salan kedek mezin dide û fêrî meqam û zimanên herêmê dibe. Hînî lêdana amûrên muzîkê dibe. Ew bi hurmeta zanînê tê nasîn. Ewqasî ku rojekê pê dihese ku zanîna ku lê digere li Misrê ye û diçe Misrê.”

Alî Mêrdan di 24ê Tîrmeha 1981an de koçî dawî dike û ew li baxçeyê tekkeya ku lê hînî muzîkê bûye tê veşartin.