Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin

Pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêberê Şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan bi zimanê spanî hate weşandin.

Pirtûk bi hevkariya weşanxaneya Katalan Descontrol û weşanxaneya Meymanê hate çapkirin.

Ocalan, di “Sosyolojiya Azadiyê” de ji bo çareseriya pirsgirêkên herî lezgîn ên sedsala 21’ê rêbazekê pêşkêş dike.

Pirtûk 520 rûpel e. Ocalan, pergala îro wek “modernîteya kapîtalîst” bi nav kiriye û ji bo pergalek nû “modernîteya demokratîk” pêşniyar kiriye.

Pirtûk ji vê navnîşanê dikare bê xwestin: https://descontrol.cat/portfolio/sociologia-de-la-libertad/

Her wiha di demeke nêz de ji malpera înternetê ya Weşanxaneya Meyman meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.