AMED – Akademiya Ma Musîcê ku navenda xebatên wê Amed e, ji bo pewerdeya zarokan a muzîkê pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” amade kiribû.
Akademî, ji bo pirtûkê bigihîne zarokan niha jî kampanya da destpêkirin. Ma Musîcê starta kampanyaya xwe ya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok” da.
Bo kampanyayê vîdeoyek hate kişandin û hate gotin: “Ji bo ku zarokên welêt bi stranên Kurdî mezin bibin, me ev kampanya da destpêkirin.” Ji bo hemû derdoran jî ev bang hate kirin: “Pirtûk ji we, gihandina zarokan ji me.”
Kesên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê dikarin li vê hejmara telefonê bigerin: 0090 549 108 15 15
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya