Çavkanî: Ajansa Mezopotamya
AMED – 14. Festîvala Kîjan Mafên Mirovan dê di navbera 14-18ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê bi awayekî hemwext dest pê bike.
Mijara sereke ya îsal dê “mafên heywanan” be û dê 50 fîlm bên nîşandan. Ji krîza însanî ya li Gazzeyê heta berxwedana ekolojîk a li Çiyayên Kazê, ji zehmetiyên xebatkarên çandê heta pirsgirêkên heyî yên civakî wê gelek mijar bên ser ekranê.
Di festîvalê de ji bilî fîlman dê forum, hevpeyvîn û pêşkêşî jî bên lidarxistin. Her wiha dê bi derhêner, lîstikvan û ekîbên sînemayê re jî hevpeyvîn bên kirin.
Festîvala dê bi hevkariya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin û fîlmên di çarçoveyê mihrîcanê de dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê bên pêşandan.
Koma Documentaristê ku festîvalê li dar dixe, têkildarî mijarê ev bang kir: “Em xalan bigihînin hev û ji bo parastina jiyanê refên xwe xurt bikin.”
Çend fîlmên ku werin pêşandan ev in:
* 14’ê Kanûnê: Şarap Rengi Deniz (Behra bi Rengê Şerabê) -(19.00)
* 15’ê Kanûnê: GotûbeJîn(17.00)
* 15’ê Kanûnê: İstanbul’un Sokak Köpekleri (Kûçikên Kolanan ên Stenbolê) -(19.00)
* 16’ê Kanûnê: Hatay: 5-15 Şubat 2024 (Hatay: 5-15’ê Sibata 2024’an) -(17.00)
* 16’ê Kanûnê: Düş Gören Köpekler (Kûçikên Xeyalan Dibînin)- (19.00)
* 17’ê Kanûnê: Aurora’nın Doğuşu (Derketina Aurorayê) -(17.00)
* 17’ê Kanûnê: Kızıl Aşk (Evîna Gewez) -(19.00)
* 18’ê Kanûnê: Bir Fidai Film (Fîlmekî Fîdaî) -(19.00)