Hunermend Çat tev li meşê dibe

Nûçe: Fexredîn Kiliç / Ajansa Welat

Amed – Platforma Saziyên Demokratîk doh li Amedê bi daxuyaniyekê deklerasyona “Çareseriya Demokratik û Meşa Azadiyê” bi raya giştî re parve kir.

Yek ji nûnerê platformê Hunermend Kadîr Çat têkildarî meşê nirxandin kir û got:

“Hewceye em weke polîtîkvan, hunermend, rewşenbîr di meşê de cih bigirin û vê krîzê veguherînin aştiyeke birûmet.”

Meş dê îro (16ê Kanûnê) dest pê dike û ji Amedê heya Enqerê didome û dê di 20ê Kanûnê de li Enqereyê bi dawî bibe.

Kadîr Çat destnîşan kir ku şerê heyî ji aliye aborî, leşkerî, polîtîk ve jiyanê dixetimîne û got: “Ji bo vê yekê ev meş girîng e û meşeke dîrokî ye.”

Kadîr Çat herî dawî wiha got: “Ev şerê cîhanê yê sêyemîn hemû kesan eleqedar dike. Werin em aştiyeke birûmet çêbikin û li hemberî şerê cîhanê yê sêyemîn aştiyê bi pêş bixin û wekhevî û azadiyê bi hev re bînin.”