Dewleta Tirk sûcekî din ê mezin kir. Bi SÎHAyê rojnameger Nazîm Daştan û nûçegihanê ANHAyê Cîhan Bîlgîn qetil kir!
Ajansa ANHAyê îro bi saeta herêmî 08:17an nûçeya şehîdan parve kir û ev agahî dan:
“Duh (19.12.2024) saet derdora 15.20an de hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema xebatên xwe yên rojnamegeriyê dikirin rastî êrîşa çekdarî hatin.
Dema ku li ser rêya navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê diçûn, wesayîta wan ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombekirin.
Di encama bomberdûmanê de her du hevalên me şehîd bûn. Ezîz Hec Bozan ê ku wesayît diajot jî birîndar bû.”
Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ji 8ê Kanûnê ve geşedanên li Bendava Tişrîn û Pira Qerekozak dişopandin. Li van her du herêman êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê deşîfre kirin û berxwedana QSDê ji gelê Kurdistan û raya giştî re parve kirin.
Çawa ku rejîma Baas hilweşiya, dewleta Tirk dixwaze Rojava dagir bike û dawiya rêveberiya xweser bîne.
Ji bo vê armancê bi dehan SÎHAyê bikar tîne. Maşîneyên leşkerî, çek û topên xwe dide bi deh hezaran çeteyên ku li herêmê ne.
Çeteyan û dewleta Tirk ewil êrîşî Şehba û Minbicê kirin. 150 hezar şêniyên Şehbayê neçar man û koçî herêmên din ên Rojavayê kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi rojan e hewl didin ber bi Kobanê ve biçin. Lê şervanên kurd rê nadin wan.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji destpêkê ve vî şerê mezin dişopandin. Bi nûçeyên ku belav kirin propagandaya qirêj û nûçeyên sexte yên dewleta Tirk eşkere kirin.
Îspat kirin ku çeteyên ku ji xwe re dibêje Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê wesayît, çek, cil û berg û pereyên artêşa Tirk bi kar tîne û efserên Tirk li ser navê çeteyan vî şerî rêve dibe.