Firaz Baran
2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê bi fîlma Binevsa Berîvan dest pê dike. Ka em berê fîlm nas bikin:
Navê Navnetewî: The Virgin and Child
Navê Orjînal: La vierge à l’enfant
Welat: Belçîka
Sal: 2024
Cure: Fîlma Çêkirî
Derhêner: Binevsa Berivan
Dem: 80 deqîqe
Senaryo: Binevsa Berivan û David Lambert
Lîstikvan: Hêvîn Tekîn, Laëtitia Eïdo, Roda Fawaz, Barbara Sarafian, Isabelle de Hertogh û Farida Ouchani
Derhênera Dîmenan: Valentina Summa
Montaj: Yannick Leroy
Muzîk: Olivier Militon
Çêker: Isabel de la Serna, Matthieu Frances
Çêkerê Hevbeş: Xavier Rombaut
Produksiyon: Playtime Films û Polar Bear
Mijar
Avesta, jineke ciwan a Kurd-Êzdî ye û ji DAIŞê rizgar bûye. Xwe li Brukselê dibîne û li dijî zilamê ku ew kiriye kole edaletê digere. Bîranînên tarî û barê zarokek nedilxwaz Avestayê bernade. Lê Avesta teslîmî şert û mercan nabe û bi daxwaza tolhildanê tevdigere.
Kurtejiyana Binevsa Berivanê
Binevsa Berivan li Stenbolê ji dayîk bûye. Ew ji Midyadê ye û keça nivîskar Medenî Ferho û biraziya Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho ye.
Berivan sala 1997an hatiye Belçîkayê û di Med Tv de xebitiye. Piştre dest bi zanîngehê kiriye û beşa sînemayê xwendiye.
Binevsa Berivan çend kurtefîlm kişandin û bi wan xebatan derketiye pêş. Wê seranserê cîhanê di gelek festîvalên fîlman de bi taybetî ji bo “La mélodie du petit château” û “Phone Story” xelat wergirtiye.
Fîlmografiya Binevsa Berivanê
Gardiens (Guards): Ecriture et réalisation / Court métrage / 13’ / 2017
Ciao Bella Bruxelles: Ecriture et réalisation / Documentaire / 68’ / 2014
Sidewalk: Ecriture et réalisation / Court métrage / 17’ / 2011
Phone Story: Ecriture et réalisation / Court métrage / 15’ / 2009
Traces – Le peule du paon: Ecriture et réalisation / Documentaire / 52’ / 2006
La mélodie du petit château: Ecriture et Réalisation / Court métrage / 18’ / 2004
Avances et tu seras libre: Ecriture et Réalisation / Documentaire / 2003
Şîroveyek
Ji malpera “Cineuropa”yê Aurore Engelen li ser film nivîsiye û gotiye:
“Binevsa Bêrîvan bi yekemîn fîlma xwe ya dirêj û tijî bêdengî derdikeve pêşberî me. Ew çîroka jineke Êzdî ya ku tolhildanê dixwaze pêşkeş dike. Karaktera sereke ya fîlmê Avesta ye. Avestayê lîstikvan Hêvîn Tekîn dilîze. Hevîn Kurd e û li Berlînê jiyan dike. Wê awirên xwe yê dijwar bo vî fîlmê daye Avestayê.”