Kovara Huner/Düsseldorf
Juriya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ji van navan pêk tê: Binevşa Berivan, Ekrem Heydo, Berfin Emekdar, Hewraz Mouhmed û Yilmaz Al Mouhamed Ali. Jurî dê bi giştî 8 xelatan diyar bike.
Di bin navê “Xelatên Piştgiriya Projeya Nû” de dê 4 xelat ji derhênerên kurtefîlman re bên dayîn. Di festîvalê de 23 kurtefîlm dê bên nîşandan. Ji her parçeyekî Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) dê xelatek ji derhênerekî re bê dayîn.
Çar xelatên din jî dê ji bo fîlmên dirêj û belgefîlman bên dayîn. Navê van xelatan wiha ne:
Xelata Fîlman a Mafên Mirovan
Xelata Xelîl Dag a Sînemaya Berxwedêr
Xelata Jîna Emînî û
Xelata Fîlman a Yilmaz Guney
Hate diyar kirin ku ji bo xelatan pîvanên bingehîn ked, maf, têkoşîn û nêzîkatiya jin e.