Kovara Huner/Düsseldorf
Çalakiya yekemîn a 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê di 22ê Nîsanê de pêk tê.
Wê rojê saat 18:00ê li Pirtûkxaneya Navendî (Zentralbibliothek) dê nivîskar Yavuz Ekinci wê beşên pirtûka xwe bixwîne.
Navnîşana Pirtûkxaneya Navendî ev e: Konrad Adenauer Platz 1, 40210 Düsseldorf.
Yavuz Ekinci nivîskarek Kurd e. Sala 1979an li Êlihê ji dayîk bûye.
Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Sêrtê, Beşa Hînkirina Dersan qedandiye (2001).
Li Zanîngeha Wanê (Yüzüncü Yıl) di beşa Ziman û Edebiyata Tirkî de masterê wergirtiye û li Stenbolê mamostetî kiriye.
Ekîncî bi çîrokan dest bi nivîsandinê kiriye. Çîrokên wî bi Almanî, Îngilîzî, Japonî, Yewnanî, Farisî û Kurdî hatine wergerandin. Paşê dest bi nivîsandina romanan kiriye. Ekîncî bi zimanê tirkî dinivîse. Navên pirtûkên wî li jêr in:
Pirtûkên Yavuz Ekîncî
2004: Meyaserin Uçuşu
2007: Sırtımdaki Ölüler
2008: Bana İsmail Deyin
2010: Tene Yazılan Ayetler
2012: Cennetin Kayıp Toprakları
2014: Rüyası Bölünenler
2016: Günün Birinde
2016: Amar ve Sara
2018: Peygamberin Endişesi
2019: Ravan Bir At Masalı
Xelatên Pirtûkan
Yavuz Ekîncî ji bo çîrokên xwe ev xelat wergirtine:
2001: Xelatên Yaşar Nabî Nayîr ên Ciwanan, Xelata Berbiçav a Çîrokan
2005: Xelata Çîrokê ya Milliyet Haldun Taner
2005: Xelata Çîrokê ya Komeleya Mafên Mirovan
2005: Xelata Çîrokê ya Gila Kohen
2008: Xelata Çîrokê ya Yunus Nadi
2012: Çîroka wî ya bi navê “Hêjîr” a ji pirtûka “Cennetin Kayıp Toprakları” ji aliyê Tayfur Aydin ve bi navê “Reç” bo sînemayê hatiye adapte kirin. Fîlm di 31. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de “Xelata Taybet a Juriyê” wergirtiye.
Pirtûka Ekîncî Desteserkirin
Yavuz Ekinci sala 2014an romana bi navê “Rüyası Bölünenler” weşandibû. 7. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê di 14ê Adara 2023an de der barê vê romanê de biryarek girtiye û gotiye:
“Biryar e ku roman were berhevkirin û çapkirin, belavkirin û firotina wê were rawestandin.”
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî di 5ê Gulana 2024an de der barê Yavuz Ekîncî de bi hinceta ku bi vê pirtûkê “propagandaya terorê” kiriye doz vekiribû. Di Kanûna 2024an de dadgehê Yavuz Ekîncî bê sûc dîtiye û doz betal kiriye.
Nivîskar di vê romana xwe de nasnameya kurdî, bîr û sirgûniyê raxistiye ber çavan.