Firaz Baran/Düsseldorf
Fîlmê din ê balkêş ku di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê de tê nîşandan “Hêvî” ye. Fîlm 25ê Nîsanê saet 20:00ê li sînemaya Ufa Palastê tê nîşandan.
Derhênerê fîlmê Orhan Înce ye. Wek navê fîlm, cîhana sînemaya Kurd jê hêvîdar e. Wî bi kurtefîlman xebatên xwe nîşan dabû. “Hêvî” yekemîn fîlma wî ya dirêj e. Nasnameya “Hêvî”yê wiha ye:
Derhêner: Orhan İnce
Sal: 2023
Dem: 80 deqîqe
Ziman: Kurdî
Senarîst: Orhan İnce
Derhênerê Dîmenan: Cem Geneşke
Montaj: Erhan Örs
Derhenêrê Hunerê: Cengiz Toprak û Hasan İnce
Lîstikvan: Bedriye Roza Çelik, Ömer Akalın, Yavuz Akkuzu, Deniz Sal, Nazmi Karaman, Ruken Önen, Güldestan Yüce, Mekin Kılıç
Çêker: Burak Kanısıcak, Orhan İnce
Çêkerê Hevkar: Deniz Sal
Şîrketa Çêkeriyê: Sinemarjen Film
Xelat: 2024 Adana / Lîstikvanê Hêvî Dide
Mijara Fîlm
Zeyno (9) kerr û lal e. Bi bavê xwe Mistefa (42) û kekê xwe Çeto (20) re çend kîlometre dûrî gundên xwe dimîne.
Zeyno bê dayîk maye. Diya wê pezek jê re hiştiye. Ew piraniya dema xwe bi pezê xwe yê delal re derbas dike.
Bavê wê wek berê nikarî ji çandiniyê pere qezenc bike. Lewma dest bi bazirganiya sewalan dike.
Rojekê heywanfiroş Emîn tê mala wan. Zeyno gava dihese ku Emîn dixwaze pez bigire ditirse.
Zeyno ji bo rizgariya pezê xwe hewl dide ku rêyekê bibîne. Wê bikeve nava têkoşîneke veşartî û dijwar.
Kurtejiyana Orhan Înce
Orhan Înce sala 1983an li Amedê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Marmarayê TV û Sînema xwendiye û li heman zanîngehê mastera xwe qedandiye.
Wî sê kurtefîlm nivîsiye û derhêneriya wan kiriye:
Dema ku Genim Dirijin (2010)
Ali Ata Bak (2013) û
Adem Başaran (2014).
Kurtefîlmên wî li nêzî 150 festîvalan hatiye nîşandan û nêzî 40 xelat wergirtine.
“Hêvî” yekemîn fîlma dirêj a Orhan Înce ye. Ji serî heta dawî 8 salan li ser vî fîlmî xebitiye. Fîlm li mezrayek gundê Yenî Yazî yê navçeya Genç a Çewlikê kişandiye.