Dokumentara Bijîşka Şehîd: Lêgerîn

Kovara Huner/Düsseldorf

26ê Nîsanê roja Şemiyê li sînemaya Metropolê dokumentarek taybet tê nîşandan. Navê dokumentarê “Lêgerîn” e û jiyana doktora Arjantînî Şehîd Alina Sánchez vedibêje.

Danasîna Dokumentarê

Nav: Lêgerîn / Dokumentarfîlm
Derhêner: María Laura Vásquez
Dem: 82 deqîqe
Sal: 2024
Ziman: Spanî û Kurdî
Lîstikvan: Juan Sánchez, Leandro Albani, Patricia Gregorini, Soledad Battista

Kurtejiyana Alina Sanchez

Alina Sánchez sala 1986ê li bajarê San Martín de los Andesê (Arjantîn) ji dayik bûye. Li Kubayê li Dibistana Bijîşkî ya Amerîkaya Latîn xwendiye û bûye bijîşk.

Sala 2011an çûye Rojava û tevlî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûye. Li Rojava di pergala tenduristiyê de xebitiye.

Alina Sánchez sala 2018an li Hesekê qeza kiriye û şehîd bûye. Nexweşxaneya Til Temir a herêma Cizîrê bo bîranîna şehîd bi navê Alina Sánchez hate binavkirin.

Şehîd Lêgerîn di sala 2011an de çûye Rojava û bi salan di nava şerê germ de maye û bi hevalên xwe ve pergala tenduristiyê ava kiriye. Hemwelatiyê wê, şoreşgerê mînak Che Guevera jî bijîşk bû. Û wek wî Şehîd Lêgerîn jî jiyana xwe ji bo azadiya gelan feda kiriye.

Alina Sánchez… Wêne ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê hatiye wergirtin.

Mijara Dokumentarê

Rêwîtiya doktora ciwan a Arjantînî Alina Sánchez… Ew ji Patagonyayê diçe hundurê parêzgeha Cordoba ya ku lê mezin bûye û ji bo perwerdehiya bijîşkî jî derbasî Kubayê dibe. Bi tevgerên Zapatîst re dikeve tekiliyan.

Li Ewrûpayê doza Kurd û Şoreşa Jinê kişf dike û diçe axa Rojavayê. Dîmen û şahidên dokumentarê rêwîtiyek bêhempa ji nû ve ava dike. Û li ser vê rêyê Alîna dibe Lêgerîn.

Dokumentara ku 82 deqîqe ye û bi kedeke mezin hatiye kişandin hatiye Almanyayê û pêşberî sînemahêzan e.