Kovara Huner/Düsseldorf
Yek ji dokumentarê ku dê di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de bê nîşandan “980” e. Derhênerê dokumentarê Nabard Fuad e.
“980” 24ê Nîsanê saet di 16:00 de li Sînemaya Metropolê tê nîşandan.
Danasîna Dokumentarê
Nav: 980
Welat: Iraq
Ziman: Kurdî (Soranî)
Sal: 2024
Dem: 27 deqîqe
Di broşura festîvalê de danasîna dokumentarê wiha tê kirin:
“Sala 1988an dîktator Saddam Huseyîn li dijî gelê Kurd Komkujiya Enfalê pêk anî û 182 hezar sivîl kuşt.
Aram tenê salek û şeş mehî bû. Bi mucîzeyî, ew û diya xwe sax man. Lê bavê wî kuştin.
Aram niha mamosteyê zimanê Îngilîzî ye û hez dike ku xwendekarên xwe hînî zimanê Îngilîzî bike. Bi vî awayî ew dihêle ku şagirtên xwe bi cîhanê re behsa Komkujiya Kurdan bikin.
Aram piştî 35 salan diçe çolê ku bav û xizmên wî kuştine û gora komî veşartine. Dema ku Aram li ser hestiyên bav û xizmên xwe razayî çi hîs kir? Wî çi xewn dît? Piştî vegerê çi pirsên wî hebûn?”