Ciwan Hesen bi Jana Koçberiyê, bi Êşa Dagirkeriyê Koça Dawî Kir
Hunermendê Kurd Ciwan Hesen ku, êvara 20ê Gulanê ji ber şewata mala wî bi giranî birîndar bû, di 21ê Gulanê de li nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da. Sê rojin em di nav şîn û xemgîniyê de ne.
Ciwan weke her Efrîniyekî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên Îslamîst qebûlnekir, mecbûrî koçberiyê bû û li Şahbayê bi gelê xwe yê koçber re ma û hunera xwe dewam kir. Pişt re jî derbasî Amûdê bû û li wir bi cih bû.Ç
Çûna kuderê, Ciwan êşa koçberiyê û jana dagirkeriyê distira. Wan jan û êşan li ser gotin û awazên xwe bicih kiribûn.
Çûyîna weha zû û bi jan, me ji dil de xemgîn kir.
Hîn riyekê dirêj û tije li pêşiya wî hebû. Lê mixabin zeftkirina ax, mal û bajarê wî ew êşand û rê nedayê ku hêviyên xwe pêk bîne.
Em ji malbat, hezkirî û hemû hevalên Ciwan re sersaxiyê dixwazin û wendabûna wî, wendabûneke bi jan a xwe dibînin.
Tev-Çand Ewropa