Danasîna “Wêjeya Çiya û Zindanan”

Nivîskar Mehmet Bayrak pirtûkek nû çapkiriye. Navê xwe “Wêjeya Çiya û Zindanan” (Dağ ve Dam Edebiyatı) e.
Pirtûk 608 rûpel e û bi zimanê tirkî ye û Weşanxaneya Öz-Geyê îsal li Anqarayê çap kiriye.
Nivîskar bo lêkolîna tekoşîna jina Kurd sala 2015an çûye Qandîlê. Li Qandîlê rastî pirtûkxaneya gerîlayên jin bûye.
Dîtiye ku gerîlayên jin û mêr li ser çiya çapxaneyek ava kirine û gelek pirtûk çapkirine. Di nav pirtûkan de dîtiye ku gerîlayên jin gelek bîranîn, helbest, roman û lêkolîn wek pirtûk derxistine.
Pirtûka Roza Semsûr bala wî kişandiye. Roza Semsûr 2011an şehîd bûye û gerîlayên jin bîranînên wê wek pirtûk çap kirine. Mehmet Bayrak wextê ku pirtûkê dixwîne pê bandor dibe. Ji xwe dil de gotiye:
“Pêwîste ez li ser wêjeya çiya û zindanan pirtûkekê amade bikim. Ji ber ku li çiyayan û zindanan bêhejmar nivîskar derketin. Gelo çiyayan û zindanan bo nivîsandinê xizmetek çawa kiriye? Pêwîste em keda çiya û zindanan wek nivîskî bikin belge.”
Li ser vê bîryarê dema ku vedigere mala xwe dest bi xebatê dike. Bayrak 7 meh li Anqarayê û 5 meh jî li Bonnê jiyan dike. Lewma her du xanî xwediyê arşîvek dewlemend in. Bayrak di her du arşîvan de dest bi lêkolînê kiriye û encamê de ev pirtûk derketiye meydanê.
Ji xwe li ser pirtûkên Mehmet Bayrak gelek gotar û danasîn tên weşandin. Her wiha gelek caran telewîzyon, ajans û rojname bi Bayrak re hevpeyvînan dikin. Mehmet Bayrak di beşa dawî a pirtûkê de cîh daye van gotar, danasîn û hevpeyvînan.
Mehmet Bayrak her tim xwestiye ku bo pirtûkê “Bîblîyografyaya Pirtûkên Çiya û Zindanan” parve bike. Bayrak bo vê xebatê bi Firaz Baran re xebatiye.
Gotine: “Gelo kîjan pirtûk û nivîskar li çiyayan û zindanan derketine?” Bi qasî hezar û du sed pirtûk tespît kirine. Ev bîblîyografyaya pirtûkan di rûpelê 577 dest pê dike û 608an xelas dibe.
Lê hem Mehmet Bayrak û hem Firaz Baran dibêjin: “Ji Apê Mûsa bigire heya Menaf Osman û Leyla Atabayê bêhejmar kes li zindanan pirtûk nivîsandin. Dîsa li çiyayan jî her wisa… Dibe ku me tenê 1200 pirtûk tespît kirine. Lê em dizanin ku hem li çiyayan û hem jî li zindanan hên bêtir pirtûk hatine nivîsandin. Pêwîste hûr û kûr nivîsandina bîblîyografyayê berdewam bike.”