Bi Dehan Hunermend bo Rojava Civiyan

Köln-Kovara Huner

Îro li bajarê Köln a Almanyayê TEV-ÇAND û HUNERA-MIZGÎN ji bo Rojavayê Kurdistanê mîtîngek li dar xistiye.

Bi dehan stranbêj û muzîkjenên nav û deng beşdarî mîtîngê bûn û hestên xwe parve kirin û piştgiriya xwe nîşan dane.

Hozan Comerd, Şehrîbana Kurdî, Xelîl Xemgîn, Memedê Hezexî, Sosin, Şemdîn, Bermal Çem, Hekîm Sefkan, Cewad Merwanî, Diyar, Narînxan û bi dehan hunermend beşdarî mîtîngê bûne.

Li ser navê TEV-ÇAND û HUNERA MIZGÎNê stranbêj Bermal Çem daxûyaniya nivîskî xwendiye. Daxûyaniya TEV-ÇAND û HUNERA MIZGÎN wiha ye:

”Bangewazî

Careke din dewletên serdest dixwazin gelê me yê li ser axa xwe ne, bikin qurbanên berjewendiyên xwe. Hemû mafên mirovahiyê binpê dikin. Guh nadin kuştin, talan û hovîtiya ku li ser gelê me dibe. Berova jî rê li ber komkujî û koçberiyan vedikin.

Gelê me yê ku bi hezaran cangorî li dijî hovîtî û terora cihadîstan û çeteyên dewleta Tirk dane, dewletên serdest ji bo lehvkirinên xwe yên bêpîvan û dagirkirinê, dixwazin vî gelî careke dikin bikin qurban.

Lê di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de rihê yekbûnê di bin fermandariya fermandarên mezin Ziyad Heleb, Deniz û Leyla de derket û xwe diyar kir ku Kurd êdî rê nadin lîstikên perçebûnê. Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, bi yek rihî, yek helwestê li hemberî hovîtiyê disekinin.

Em li ser rêça şehîdan bang li hemû hunermend û rewşenbîran dikin: Bi vê helwesta netewî û şanaz li hemberî talan û qirkirina HTŞ û Tirkiyê derkevin. Ji bo azadiya Rojava û Rojhilatê dengê xwe bilind bikin.

Tevî lihevkirinan, HTŞ û çeteyên Tirk êrîşan venagerin û parazvanên Kurd dikujin. Li vir em bang li hêzên ku navberiya lihevkirinê dikin jî dikin. Ku rê li ber vê çavsorî û helwesta êrîşkar bê girtin.

Divê Hukumeta Colanî ya veguhêz û piştgirê wê rêjîma AKP bizanibin ku bi tu awayî ew nikarin gelê Kurd -gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê- û HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATIK HSD ji hev qut bikin. Ew hêz, ya wan gelan e û nûnertiya wan dike.

Dinya sar bû. Lê Mamoste Comerd pankartek rakir û bû çalakvanê mîtîngê. Ciwanan ji wî destûr xwestin lê Mamoste got: “Ez bo piştgiriya Rojavayê hatime. Gelê me êşê giran radike. Pankartek ne barek e.”

Her wiha, bêrêziyek jî daxuyaniya Colonî ye. Bi daxuyaniyan tu caran maf nehatine dayîn. Maf encax di destûreke ku hemû alî lihevbikin de pêk tê.

Ziman û çanda Gelê Kurd ne emanetekê li gel Colanî ye ku kengê û çawa bixwaze bide. Ev gel bi vî zimanî û çandê li ser vê axê hatiye dinê û mafê wî yê xwezayîye.

Li dawî em bang li Hukumeta Federal Almanyayê jî dikin: Hevkariya kujerekî ji Alqayîde tê wateya erêkirina komkujî û binpêkirina mafên mirovan. Tê wateya hevkariya kuştina gelê Durzî, Alewî û Kurd.

Em pêşwaziya Terorîstekî li ser xaliya sor şermeke mezin ya hukumeta federal û heqareteke mezin ji bo gelê Alman û gelên Almanyayê dibînin. Berî her tiştî ev nakokiyeke mezine bi destûr û pirensîbên Cumhuriyeta Federal ya Almanyayê re. Divê Hukumeta Alman zanibe ku ev nêzîkatî ne derman kirine. Ev nêzîkatî birînên pêkhatiyên li Sûrî Xiristiyan, Alewî, Durzî û Kurdan bêhtir zêde dike.

Em weke hunermendên Kurd li Ewropa yê, ji gelê xwe yê li Rojava re dibêjin: Emê li vir bibin dengê daxwaza we, dengê serhildan û berxwedana we.

Her wiha gelê me yê li Rojhilat:
Emê dengê durişmeya Şoreşa JIN JIYAN AZADÎ bilind bikin. Erka me ye ku ew dengê ku bi salane hatiye fetisandin bigihînin her deverê.

Em bi biryarin… Emê rê nedin ku qedera me bikeve destên çete û terorîstan.

Bijî Berxwedana Rojava
Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e.