3. Festîvala Fîlmên Kurdî a li Düsseldorfê wê bi fîlmê “Heval Birako” dest pê bike. Derhênerê fîlm Numan Yiğit e. “Heval Birako” 90 deqe ye.
Çîroka Film: Çîroka fîlm ji bûyerek rast tê. DAÎŞ du xwuşk û birayan êsîr digire. Lê ew ber xwe didin û ji destê DAÎŞê xwe rizgar dikin. Fîlm pêvajoya bûyerê tînê ber perdeya spî.
Senaryoya fîlm li ser lêkolîna rojnamegerê Şehîd Nazim Daştan derketiye. Daştan çîroka du xwuşk û birayan pêşniyara Komîna Fîlm a Rojava kiriye. Piştî şehîdbûna Daştan, Önder Çakar li ser lêkolîna Daştan kûr bûye û senaryoya fîlmê “Heval Birako” nivîsandiye.

Derhêner Numan Yiğit. Wêne ji ANHAyê hatiye wergirtin. Qamişlo, 13ê Mijdara 2025
Derhêner Numan Yiğit ji ANFê rê li ser fîlm ev şîrove kiriye: “Wateya ‘Heval Birako’ ji fîlmekî zêdetir e. Şer hebû û îmkanên me kêm bûn. Lê me xwest ku li Rojavaya Kurdistanê sînemaya alternatîf û berxwedêr pêş bixin. Me hewl da ku bi rêya sînemayê bibin îfadeya dîrok û tekoşîna gelê Kurd.”
“Heval Birako” promiyera xwe 13ê Mijdara 2025an li bajarê Qamişloyê kiribû. Fîlm wê rojê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava jî bûbû fîlmê vekirinê.

Afîşa Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê… “Heval Birako” wê roja 17ê Avrelê 2026 û seat 20:00an derbikeve pêş perdeya spî.
Maxim Gorki Theater jî li ser fîlm şîroveyek parve kiriye. Dibêje: “Heval Birako mînakek e. Sînemageran çîrokên ku ji gel girtine lêkolîn kirine, xemilandine û senaryoyek û fîlmek derxistine. Dîsa ev fîlm ji me re dibêje: Sînemaya Rojava beşek ji berxwedana çandî ye.”
Numan Yiğit
Numan Yiğit ji Amedê ye. Sala 1989an li bajarê Edeneyê ji dayîk bûye. Di Zanîngeha Egeyê beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê xwendiye. Ji bo xebatên polîtîk dewleta Tirk wî girtiye û 5 sal li zindanê êsîr maye.
Piştre zindanê çûye Amedê û di nav saziyên kurdî beşdarî xebatên çandî û hunerî bûye. Dema ku Şoreşa Rojavayê dest pê kiriye derbasî axa şoreşê bûye. Heya îro ev fîlm, doku û rêzefîlm kişandiye: “Evîna Kurd”, “Payîzok”, “Pêlava Sor”, “Tava Sor” û “Heval Birako”.

Çêkerên “Heval Birako”… Wêne: Bedrî Adanir, rojnameya Yeni Yaşam/Konstantînapol





