Dokufîlma bi navê “Kardeş Türküler” 108 Deqe ye. Derhênerên dokufîlmê Çayan Demirel û Ayşe Çetinbaş e. Dokufîlm meha Avrelê li Düsseldorfê tê pêş perdeya spî.
Dokufîlm di nav bernameya 3. Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê cih digire û roja 18ê Avrel a 2026an seat 20:00an li sînemaya Ufa Palastê derdikeve.
Kurtêdanasîna Komê
Kardeş Türküler komekê muzîkê ye û li Anatolî û Bakurê Kurdistanê nav û deng e. Kom sala 1993 ava bûye. Heya îro 8 albûm derxistiye. Stranên xwe bi zimanê Tirkî, Kurdî, Ermenî, Gurcî, Lazî, Çerkesî, Rumî, Romî, Azerî û Farisî gotiye.
Her wiha aranjeya albûma Şivan Perwer a bi navê “Roj û Heyv” (2000) kiriye. Komê ji bo fîlma “Kingdom of Heaven” melodiyên Kurdî û îlahîyên Erebî gotiye. Dîsa muzîka fîlma bi navê ‘Vizontele’ (2000) çêkiriye û bi vê muzîkê li Antalyayê “Xelata Golden Orange” wergirtiye.
Çayan Demirel û Ayşe Çetinbaş bi rêya vê dokufîlmê çîrok û rêwitiya komê anîye ziman.

Sînemahêzan dokufîlma “Kardeş Türküler”ê cara yekemîn 11ê Mijdara 2025an li Konstantînapolê temaşe kirin. Dokufîlm sala çûyî di meha Kanûnê de li 3. Festîvala Fîlman a Amedê jî ketibû pêşiya perdeya spî. Festîvalê ji bo dokufîlm a “Kardeş Türküler”ê ev şîrove parve kiriye:
“Di vê hevdîtinê de zimanên cuda, zarok, jin, dar û daristan, çem hene. Li ser dikê ne tenê zimanên cuda her wiha dîrok, çand, helbest, nivîskar û hunermend jî hene.”
Çîroka Çêkirina Dokufîlmê
Rojnameya Agosê di roja 12ê Mijdara 2025an li ser dokufîlmê nûçeyek belav kiriye û ev agahiya girîng daye:
“Derhêner Çayan Demirel sala 2015an naxweş bûye û neçar maye û ji projeyê dûr ketiye. Piştre çêkera dokufîlmê Ayşe Çetinbaş bûye derhêner. Çetinbaş û derhênerê dîmenan Koray Kesik bi hev re heya sala 2023 xebatên projeyê berdewam kirine. Konsêr, turne, prova û hevpeyvînên komê qeyd kirine û ev dokufîlm derketiye.”

Ayşe Çetinbaş û Çayan Demirel. Foto: Anıl Olcan, 2020. Wêne ji malpera “birartibir” hatiye wergirtin.
Çayan Demirel
Çayan Demirel ji Dêrsimê ye û sala 1977an li Konstantînapolê ji dayîk bûye. Fakulteya Aboriyê xwendiye. Sala 2000an dest bi tomar kirina dîroka devkî kiriye.
Sala 2006an dokuya bi navê “38” çêkiriye. Mijara dokuyê Jenosîda Dêrsimê ye. Sala 2008an bi Ayşe Çetinbaş re Şîrketa Surala Film ava kiriye.
Çayan Demirel xizmê Şehîd Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak) e û sala 2013 dokuya “Dr. Şivan” amade kiriye. Çayan Demirel herî dawî bi Ertuğrul Mavioğlu re sala 2015an dokuya bi navê “Bakur” çêkiriye.
Ayşe Çetinbaş
Ayşe Çetinbaş sala 1979an li Almanyayê ji dayîk bûye. Sala 2002an Fakulteya Aboriyê (Konstantînapol) xelas kiriye. Piştre li Zanîngeha Greenwichê li ser “Polîtîkaya Sazîyên Ewropayê” lîsansa bilind kiriye. Piştre ji bo rojname, kovar û televîzyonan xebitiye û dest bi sînemayê kiriye.
Ew fîlmçêker û derhêner e. Fîlmên wê ev in: Bi Kardeş Türkülerê 30 Sal (2025), Yıldız Alpar: Ji Bedii Raksê Heya Îro (2011) û Zindana Hejmar 5: 1980-1984 (2011).
Ayşe Çetinbaş hevjîna Çayan Demirel e.





