Kovara Huner/Düsseldorf
Dokufîlm. 54 Deqe. Derhêner Danny Mitchell û Ross Domoney.
18.04.2026
Seat 14:15, Metropol
Ev dokufîlm li ser Şoreşa Rojavayê ye. Promiyera xwe di 2ê Gulana 2025an de li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê kiriye. Dokufîlmê çîroka xwe ji Janet Biehl û jinên Rojava girtiye.

Janet Biehl Amerîkî ye û teorîsyena ekolojiya civakî û ekofemînîzmê ye. Wê li ser van mijaran pirtûk û gotar nivîsandine. Biehl û fîlozofê Amerîkî Murray Bookchin salên dûr û dirêj bi hev re xebitîne.
Di fîlm de, Janet Biehl çûye Rojava. Li wir şahidiya bûyerên bêhempa kiriye. Wê bi dehan sal ji bo mafên jinan xebat kiriye. Li Rojava sîstema hevserokatiyê, arteşa jinê û saziyên jinan dîtiye. Bi van pêşveçûnan pir şad bûye. Dibîne ku ramanên xwe û yên Bookchin li Rojava agirê şoreşê xurt kiriye.

Ev fîlm hem çîroka Biehl nîşanî me dide û hem jî bi zelalî qala tekoşîna jinên Rojava dike. Biehl diçe gelek cihên cuda. Govenda kurdî digerîne, beşdarî merasîma şehîdan dibe, sazî û mafên jinan lêkolîn dike û hwd.
Şîroveya Jack Benjamin
Jack Benjamin 30ê Avrela 2025an li ser “Threads of a Revolution” gotarek parve kiriye (https://indyfilmlibrary.com). Ka em beşek ji wê gotarê bixwînin:
“Janet Biehl, Danny Mitchell û Ross Domoney li Rojava projeya polîtîk lêkolîn dikin. Wan ji ber gefên leşkerî yên Tirkiyeyê rîskek girîng girtine û li herêmê geriyane û ev doku derxistine.
Li Rojava mafên jin û mêran wekhev in. Meclîsên taxan hene û demokrasiya civakî ya rasterast jiyan dike. Maf û berpirsiyariya mirovan bi zelalî hatiye destnîşankirin. Ev model ji felsefeya Bookchin pir bandor bûye.
Fîlm hêvî dide mirovan. Nîşanî me dide ku hebûna me ya biyanî û îstismarkirî ne normal e. Ew tîne bîra me ku jiyan hêja ye û cîhanek din mimkun e. Tenê kemasiyek dokufîlmê heye. Çi ye? Dokufîlm qala tehlûkeyan nake. Gelê Rojava bedelên giran dan. Ez bawerim ji ber bedelên giran wisa kirine.”

Şîroveya Evintbrite
Evintbrite roja 22ê Cotmeha 2025an gotarek parve kiriye û ji bo dokufîlmê gotiye:
“Janet şahidiya mirovên wêrek, bedelên giran û qurbaniyan kiriye. Piştî şerên hovane û giran mirovên wêrek civaka xwe çawa ji nû ve ava dikin? Dokufîlm bersiva vê dide.
Em di kêliyek krîtîk a dîroka Sûriyeyê de ne. Pêşeroja welêt di tehlûkeyê de ye û şoreş di xetereyek mezin de ye. Ev fîlm ronî dide ser têkoşînek bihêz ji bo wekheviya zayendî û demokrasiyê. Ew xeyal dike ka pêşeroja Sûriyeyê çawa be.”
Romana Xêzkirî ya Janet Biehlê

Janet Biehl piştî serdana Rojavayê Kurdistanê bi zimanê îngilîzî romanek xêzkirî çapkiriye. Hêlîn Dirik ev roman wergerandiye almanî û Almanyayê jî hatiye çapkirin. Navê pirtûkê “Reise nach Rojava”.
Mijara romana xêzkirî ev e: Dema ku şervanên Kurd DAÎŞê têk birin du derhênerên Îngilîz dixwazin bi akademîsyen û hunermend Janet Biehl re biçin Rojava…
Biehl, di rêwîtiya xwe de bi mirovan re li kolanan hevpeyvînan dike. Vedikole ka “şoreşa demokratîk” di nav civakê de çawa pêşve diçe û bandora şer çi ye?
Ew dibîne ku di nav şer de hevgirtina civakî xurttir bûye.





