Arash Rakhsha û Dokufîlma Kolberan

All The Mountains Give (Hemû Çiya Didin)
Dokufîlm. 91 Deqe. Derhêner Arash Rakhsha.
18.04.2026, Seat 22:00, Ufa Palast

Hûn dixwazin fîlmekî dilsoz, balkêş û bi dîtbarî temaşe bikin? Ew fîlm, fîlmê Arash Rakhsha ye. Li Kurdistanê erdnîgariyek bi heybet û sînorên tijî xeter… Erê, Rakhsha bi kameraya xwe 6 sal li ser sînoran û di nav kolberan de jiyan kiriye. Ev fîlm encama wê kedê ye.

Senaryoya dokufîlmê jî Rakhsa nivîsiye. Lîstikvanê fîlm Hamid Alimohamadi û Yasser Dadrast e.

Mijar: Du hevalên nêz Hamid û Yasser kolber in. Derhêner, jiyana wan bi çîrokekê xurt û bi dîmenen bihêz nîşan daye.

Şîroveya Rexnegir Phuong Le

Rexnegirê fîlman Phuong Le li ser fîlmê Arash Rakhsha şîroveyek nivîsiye û di rojnameya The Guardian de çap kiriye. Phuong Le dibêje:

“Fîlmçêkerê Kurd Arash Rakhsha rewşa zor a gelê xwe wekî helbestvanekî aniye pêş perdeya spî.

Kişandina fîlm şeş sal ajotiye. Lehengê fîlm Hamid û Yasser e. Ew kolber in û jiyana wan li ser sînora Iraq û Îranê derbas dibe. Arash Rakhsha ketiye du wan û çîroka kolberan tomar kiriye.

Dîmenek ji fîlmê “All The Mountains Give”

Dema ku mirov fîlm temaşe dike dizane ku jiyana kolberan her tim di nav xeteriyê de ye. Çeman derbas dibin, di nav berfê de barê giran radikin, Çiyayê Zagrosan û li ser zinarên mezin û di nav mayînan de dimeşin.

Muzîkên fîlm Aso Kohzadi û Mikail Aslan çêkiriye. Muzîka wan jî bi bandor e û tengezariya psîkolojîk a rêwîtiya kolberan nîşan dide.”

Çima kolber her roj jiyana xwe dixin xetereyê? Ew çawa bi zehmetiyên aborî, dûrketina civakî û paşguhkirina polîtîk dijîn?

Arşîva Fîlm a Awusturyayê li ser fîlm ev şirove parve kiriye:

“Kolber her roj di bin zehmetiyên aborî, dûrxistina civakî û paşguhkirina polîtîk de jiyana xwe dixin xetereyê. Fîlm di erdnîgariyek dijwar de hatiye kişandin. Lê temaşevan kêliyên dostaniyê, mîzahê û berxwedana mirovan jî dibîne. Kameraya Rakhsha dibe îfade û rastiya dengê gelê Kurd.”

Derhêner Arash Rakhsha di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edinburghê de axiviye û gotiye:

“Dema ciwaniya xwe ez jî kolber bûm. Em dixwazin fîlmê xwe li seranserê cîhanê nîşan bidin û taybetî jî em dixwazin gelê Kurd temaşe bike. Xizanî rastiya me ye. Dibe ku em xizan bin, lê di nav jiyana me de rûmet gelek e.”