Dokufîlma Hesinkarê Dêrikî: Yervant Demirci

Rootless Resident (Niştecihê Bêwar)
Dokufîlm. 62 Deqe. Derhêner Riza Oylum
18.04.2026 – Seat 22:00, Metropol

Rootless Resident (Niştecihê Bêwar) çîroka Hesinkar Yervant Demirci tîne ber perdeya spî.

Hesinkar Yervant li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Berê hînî kurmancî bûye û axiviye. Piştre dest bi dibistanê kiriye û fêrî tirkî bûye. Ew Ermen e. Bar kiriye û çûye Konstantînapolê û Taxa Ermenan (Samatyayê) bi cih bûye. Kokên xwe ji bîr nekiriye û li Samatyayê fêrî zimanê Ermenî bûye.

Dîmenek ji fîlm a “Niştecihê Bêwar”. Hesinkarê Dêrikî li Konstantînapolê her tim diçe Dêrê. Wêne ji rojnameya Agosê hatiye wergirtin.

Hesinkar Yervant li Dêrikê, Konstantînapolê û li Ermenîstanê herêma Ayntapê jiyan kiriye. Derhêner Riza Oylum bi vê dokufîlmî çîroka Hesinkar Yervant Demirci aniye ziman. Bi tevî jiyana wî rewşa civakî, polîtîk û dîrokî jî analîz kiriye.

Navê dokufîlmê çima “Niştecihê Bêwar” e? Pêwîste her kes li cem xwe bersivekê bigere… Gelo çima Hesinkar Yervant niştecihekî bêwar e?

Dîmenek ji fîlmê Riza Oylum… Hesinkar Yervant Demirci li Ayntap a Ermenîstanê Çiyayê Araratê dinêre.

Rıza Oylum

Riza Oylum nivîskar û akademîsyen e. Li ser Wêjeya Tirkî lîsans û lîsansa bilind girtiye. Îro li Konstantînapolê li zanîngehekê wekî akademîsyen dixebite û dersa sînemayê dide.

Oylum li ser sînemayê bi zimanê tirkî heft pirtûk çap kiriye. Her wiha li Anatolî û cîhanê wekî jurî, kurator û edîtor beşdarî gelek festîvalan bûye.

Derhênerê “Niştacihê Bêwar” Rıza Oylum. Wêne ji rojnameya Agosê hatiye wergirtin.