Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê îsal roja 17ê Avrelê dest pê dike û 19ê Avrelê bi dawî dibe.
Festîvalê Si Filmkollektiv eV li dar dixe.
Saziyên ku piştgiriyê didin ev in: Kooperation mit Stimmen der Solidarität – Mahnwache Köln, Mosaik e.V., Deutsch Kurdisches Kulturinstitut û Rosa-Luxemburg-Stiftung NRW.

Postera sereke a Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê
Sembola Festîvalê “Kezî” ye û fokusa festîvalê jî “Yekitî û Berxwedan” e.
Komîteya Festîvalê bi nivîskî daxuyaniyek parve kiriye û gotiye: “Kezî girêdana çandî temsîl dike û îsal bû sembola berxwedanê. Me jî ji bo Festîvala Düsseldorfê kezî wekî sembol hilbijartiye.”





