Weqfa Rosa Luxemburg NRW îsal piştgirî daye Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê. Weqfê li ser malpera xwe danasîna festîvalê kiriye û daxûyaniyek weşandiye. Daxûyanî li jêr e:

Navenda Weqfa Rosa Luxemburg, Berlin
3. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê
Cih
UFA Palast: Worringer Str. 142, 40210 Düsseldorf
Metropol: Brunnenstraße 20, 40223 Düsseldorf
Dem: 17.04.2026-19.04.2026
Mijarên Fîlman: Têkiliyên zayendî, şer/aşitî, huner/performans
Festîvala Fîlmên Kurdî ya DKFF-Düsseldorfê Si Filmkollektiv eV û pisporên çandî yên dilsoz organîze dikin. Armanca festîvalê pîrozkirina cihêrengiya çandî ye. Ew dixwazin pêşveçûna dînamîk a Sînemaya Kurdî a di dehsalên dawî de nîşanî sînemahêzan bidin.
Festîvala îsal di nav alozî û nezelaliyeke kûr a polîtîk de tê li dar xistin.
Şerê li Îranê hêviyên gelek kesan ji bo guhertin û bidawîhatina rejîma Îslamî geş kiriye lê tirsa ji gurrbûna bêtir jî zêde bûye. Pêşeroj bi taybetî ji bo Kurdên li Rojhilat ne diyar e ku di navbera destpêkek nû û gefek hebûnî de mane.

Di heman demê de, em bala xwe didin Rojava. Geşedanên li dora hikûmeta veguhêz û dînamîkên polîtîk yên pê re têkildar pirsên girîng derdixin holê: Pêşarojekê çawa li benda Rêveberiya Xweser a Kurdan e? Gelê wir dê bi çi dijwarîyan re rû bi rû bimîne? Û berxwedana çandî çawa dikare di demên nezelaliya polîtîk de xwe îfade bike?
Sînema dibe cihekî bîranîn, berxwedan û hêviyê. Sînema, mîna tîrêjek ronahiyê, di nav siya serdema me re derbas dibe. Ew tiştên nedîtî eşkere dike û dibe dengê kesên têne paşguh kirî.
Fîlm şahidiya wêrekî, windakirinê, hesret û hêviya bêdawî dikin. Ew atmosferekê diafirînin ku raman dikarin geş bibin û xewn dikarin wek ava herikî cîhê xwe bibînin.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê we vedixwîne ku hûn ji nêz ve lê binêrin û beşdarî axaftinan bibin. Di cîhanek tijî alozî û kaosê de, huner ji bo mirovahiyê cihê ceribandinê ye.
Gavek, fîlmek, hevdîtinek… Em fêm dikin ku tewra di demên nezelaliyê de jî, hêvî namire.
Fîlma vekirinê “Heval Birako” ye û wê roja 17ê Avrela 2026an, saet 20:00ê êvarê li UFA-Palast Düsseldorfê were nîşandan. Fîlm ji Rojavayê hatiye û wê promiyera xwe ya navneteweyî li Düsseldorfê bike.

Rosa Luxemburg. Foto: Karl Pinkau
Danasîna Weqfa Rosa Luxemburg
Weqfa Rosa Luxemburg di sala 1990î de ava bûye. Navenda xwe li Berlînê ye. Li hemû Almanyayê xwe rêxistin kiriye û 80 welatên cîhanê xebatan dike. Dewleta Almanyayê, Partiya Çep (Die Linke), saziyên sivîl û kesayet piştgiriya weqfê dikin.
Weqf navê xwe ji şoreşgera nemir Rosa Luxemburg wergirtiye û yek ji armanca weqfê parastina nirxên Rosa Luxemburgê ye.
Weqf ji bo xwendekarên zanîngehê û kesên ku tezên doktorayê dinivîsin her sal bursan peyda dike.
Dîsa her sal li Almanyayê zêdetirî 2 hezar semîner û konferansan li dar dixe û armanc dike ku fikra sosyalîzma demokratîk, wekheviyê, enternasyonalîzmê û ramana rexneyî pêş bixe.
Weqfa Rosa Luxemburgê li Berlînê pirtûkxaneyek mezin jî ava kiriye. Taybetî li ser tevgerên sosyalîst ya Alman û Ewropî (ji sedsala 19 heya îro) arşîvek mezin berhev kiriye û diparêze. Kesên ku dixwazin li ser weqfê bêtir agahdar bibin dikarin vê lînkê binêrin:
https://www.rosalux.de/

1907. Dibistana partiya SPDê. Endamên rêveberiya SPDê xuya dibin; Rosa Luxemburg, August Bebel û Friedrich Ebert jî di nav de. Wêne bi zelalî nîşan dide ka tevgera jinan çiqas pêş ketiye. Em Rosa Luxemburgê bi rêzdarî bibîr tînin.





