Firaz Baran
18.04.2026, Düsseldorf
Semînera Lisa Çalan
Seat 13:00, Metropol
Lisa Çalan kedkara sinemaya kurdî ye û aktivîstek bi hêz e. Ew derhêner û senarîst e. Her wiha di organîzekirina festîvalên fîlman de jî cih digire.
Ew ê beşdarî 3. Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê bibe û ezmûnên xwe bi sînemahêzan re parve bike. Ka em berê lê binêrin Lisa Çalan ji bo sinemaya kurdî çi kiriye:

Filmografî
Zimanê Çiya: Derhêner. Kurtefîlm – 2013 (Ev yekemîn kurtefîlma Lisa Çalan e.)
Defter: Derhênera Hunerê û Teknîsyena Dengê. Kurtefîlm – 2013
Şevat: Teknîsyena Dengê. Kurtefîlm – 2013
Şeyh Sait İsyanı: Teknîsyena Dengê. Doku – 2013
Dengê Kolanan: Teknîsyena Dengê û Montaj. Doku – 2013
Nisêbîna Rengîn: Alîkara Derhêner. Doku – 2013
Gece Nöbetçisi: Derhênera Hevbeş. Doku – 2014
Ref: Derhênera Hunerê. Rêzefîlm (13 beş) – 2014
Veşartî: Derhênera Hunerê, Lîstikvan û Dublaj. Fîlm – 2014
Dilop: Lîstikvan. Fîlm – 2021
Kendini Yaratan Kelebek: Derhênera Hevpar. Kurtefîlm – 2021
The Me Collective The Photograher: Lîstikvana Sereke û Derhênera Hevbeş. Kurtefîlm – 2021
Xewna Bê Ziman: Derhênera Hevbeş. Kurtefîlm – 2024
Dilop: Lîstikvan. Film – 2025
Siseban: Derhêner û Senarîst. Kurtefîlm – 2022. Ev fîlm bi formata “360 derece VR” tê tomar kirin. Çima Lisa Çalanê vê teknolojiyê bi kar tîne? Dixwaze temaşevan jiyan û atmosfera cihê karakter hên baştir nasbike.)

Kedkara Festîvalan
Me li jor nivîsiye… Lisa Çalan di gelek beşên sînemayê de kar kiriye û bûye ezmûnek têr û tije. Lewma ew di nav organîzeya festîvala fîlman de jî cih digire. Wekî mînak:
Festîvala Kurtefîlman a Yilmaz Güney: Êlih. 2014 û 2015. Endamê Juriyê û Organîzator.
Rojên Fîlman a Çerçî: Mêrdîn. 2015. Organîzator.
19. Festîvalên Fîlmên Jinan ên Navneteweyî Filmmor: Endama Komîteyê û Jurî
20. Festîvalên Fîlmên Jinan ên Navneteweyî Filmmor: Endama Komîteyê û Jurî
3. Festîvala Fîlman a Navneteweyî Filmmor: Amed. Mijdara 2025. Dîrektor
9. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya FilmAmed: Koordînasyon. Îlona 2025
Xelatên Lisa Çalan
Flying Broom International Women’s Film Festival: Honor Award – 2016
26. International Film Festival Of Kerala: Spirit Of Cinema – 2022
Kurtedanasîn
Lisa Çalan di 12ê Çileya 1988an de li bajarê Amedê ji dayîk bûye. Li Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran sê salan perwerdeya sînemayê girtiye (2011-2014).
DAÎŞê 5ê Hezîrana 2015an êrîşî mîtînga HDPê kiriye. Lisa Çalan di vê êrîşê de bi giranî birîndar bûye û her du lingên xwe li ser çokan winda kiriye. Lê ew bi jiyana xwe bûye mînak.
Ji ber ku demekê dirêj xwe derman kiriye. Bi lingên protez dîsa meşiyaye û dest bi karê xwe kiriye. Lewma ew ji bo civakê bûye sembolek.
Niha tîmeke navneteweyî dokufîlmek li ser jiyan û têkoşîna Lisa Çalan amade dike. Du derhênerên vê dokufîlmê hene. Yek Lisa Çalan bi xwe ye û yek jî derhênerêkî Meksîkî ye. Dokufîlm wê çîroka Lisa Çalan ya kesane, berxwedana wê ya mezin û rêwîtiya wê ya sinemayê bi zimanekî hunerî vebêje.
Rosa Jin Derneğî projeya “Purple Meridians” li dar xistiye. Lisa Çalan di nav de cih girtiye.
“Feminist Frames” înîsiyatîfeke fîlman a navneteweyî ye. Yek ji damezrînerên wê Lisa Çalan e. Ew her sal bi rêkûpêk beşdarî xebatên înîsiyatîfê dibe.
Sala 2024an “Özgürlük İçin Sanat İnisiyatifi” ava bûye. Lisa Çalan yek ji damezrînera wê înîsyatîfê ye û bi awayekî aktîf di koordînasyona wê de cih digire.
Lisa Çalan armanc û xebatên xwe wiha penase dike: “Berhemên min li ser cihêrengiya çandî, bîra civakî û jinan kûr dibe.”

Şîrove: Wazîfeyên Pêşiya Sînemaya Kurdî
Dema ku em li ser sînemayê diaxivin berê derhêner û lîstikvan tên bîra me. Lê sînema tenê bi lîstikvan û derhêneran nabe. Sînema bê kamera, montaj, derhêneriya hunerî, muzîk û makyajê dernakeve.
Her wiha faktorên jêrîn jî pir girîng in: Salonên sînemayê, kovarên sînemayê, produktor, festîvalên fîlman û marketing, reklam, akademî, qanûn û sansûr (ev bi taybetî ji bo Kurdan girîng in), belavkirin, şîrketên hilberînê, lêkolînên li ser sosyolojiya temaşevanan û binesaziya teknîkî û hwd.
Gotina “Sînemaya Kurdî” piştî sala 2000î derketiye. Ev bûye 25 sal me gelek fîlm tomar kirine. Bi çîrokên taybet û bi erdnîgariya welatê me sînemaya kurdî cihê xwe nîşan daye. Her wiha derhênerên me gelek xelat wergirtine. Mirov dikare bêje ji gelek dewletan bêtir derhênerên me xelat wergirtine. Ev serkeftinek e.
Lê ev nayê wê wateyê ku sînemaya Kurdî temam bûye. Hîn rêyek dirêj li pêşiya me ye. Wekî mînak: Şîrketên hilbêrînê û produktor kêm in. Em festîvalên xwe bê marketîng li dar dixin û hwd.
Gotinek Mehmet Aktaş a meşhur heye. 20 sal berê digot: “Kurdên dewlemend bawer nakin ku ew dikarin ji fîlmekî pere qezenc bikin.”
Kurt û kurtasî… Lisa Çalan wekî derhêner, senarîst, lîstikvan, dublajvan û organîzatora festîvalan di nav sînemaya Kurdî de cih girtiye.
Lewma girîng e ku ew 3. Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê semînerekê bide û ezmûn û pêşniyarên xwe parve bike. Taybetî jî li ser kemasiyên Sînemaya Kurdî… Gelo kêmasiyên me çi ne? Em dikarin ji bo sînemaya Kurdî çi bikin? Zanîngehên Başûr û Rojava, saziyên hunerî li Bakur û hwd. Ez bi kelecan li benda guhdarkirina Lisayê me.





