Şîna Hunera Kurdî û Rexneyek

Hunermend Elî Mensûr îro li bajarê Amûdê canê xwe teslîmî Xwedê kiriye û kirasa xwe geriye. Sê roj berê jî birayê wî koça dawî kiribû.

Mamoste Elî Mensûr sala 1966an li bajarê Amûdêyê ji dayik bûye. Bi demê re bûye muzîkjen û sala 1982 tevî hevalên xwe Koma Mehabad ava kiriye.

Sal dibin 1986. Ew û komek hevalên xwe Koma Agirî ya Amûdê ava dikin.

Koma Agirî ya Amûdê ev bûye 40 sal ba gel û şoreşê ye û di nav tekoşînê de ye. Kaset derxistiye, bi dehan stranên nû saz kiriye û gelek stranbêj, helbestvan û muzîkjen derxistiye û mora xwe li muzîka kurdî xistiye. Yek ji serkeşê vê kedê Hunermend Elî Mensûr e. Elî Mensûr hunermendek welatparêz, dilsozê şoreşê û doza Kurd bû.

Rexne û Êş

Hunermend Elî Mensûr îro koça dawî kir û di nav çend seaten de wî rakirin û veşartin. Lewma kêm kes beşdarî oxirkirinê bûye. Ev bû mijara rexneyê.

Helbestvan Hekîm Sefkan ji bajarê Amûdêyê ye û sala 1988an bi hunermend Elî Mensûr re xebata hunerê kiriye. Hekîm Sefkan li ser malpera xwe ya Facebookê wêneya cenazeya Elî Mensûr parve kir û got:

“Ez nabim bi qasî Tiliyekî Elî Mansûr,
Lê ku ez mirim min nebin Amûdê.
Ev çawa milete?!
Ev çawa sazî ye.
Ev çi aceleya we hebû hûn wî têxin dawiya vê pîkabê û bibin
Hûn bi çi daketine Ahlê Amûdê.”

Gelek kesan li ser medyaya civakî ev nêzîkbûn rexne kirin û gotin: “Elî Mensûr ev çil sale bûye deng û awazê şoreşê. Ew layiqî merasîmek mezin bû.”

Bavê Metîn li ser malpera xwe ya Facebookê êşa xwe parve kir û hunera Elî Mensûr şîrove kir. Got: “Ez qurban… Mirovê ku rûpeleke dewlemend ji huner û çanda Kurdî re li şûna xwe bihêle ew ne miriye. Hunermend Elî Mensûr, ji ber tu di giyan û hestên her Kurdekî de saxe. Îdî ta kurdek li dunyayê jiyan bike, wê nav û dengê te hebe.”

Saziya Çand û Hunera Baqî Xido (Kobanê) eşa xwe bi nivîskî parve kir û got: “Hunermend Elî Mensûr 45 sal bi awaz û dengê xwe bû dengê gelê xwe. Li ser Kurdistanê, şehîdan û şoreşê bi dehan sirûd û stran saz kiriye. Di şîn û şahiyan de û di her qad û boneyan de dengê gelê xwe bilind kiriye. Giyanê te şad be.”

Bengî Agirî jî endamê Koma Agirî ya Amûdê bû û bi Elî Mensûr re salên dûr û dirêj xebitiye. Bengî Agirî li ser malpera xwe ya Facebookê wêneyek kevn parve kir û got:

“Alî Mensûr… Xwediyê keda mezin. Xewn û xeyalên me ranawestiyan. Em bi şev û roj ji bo afirandina awazekê dixebitîn. Eşqa Kurdistan û pakrewanên me dibûn îlhama awazên me. Oxir be hevalo.”
Elî Mensûr hunermendek avakar bû. Çawa ku sala 1983 li Ewropayê xebatên hunerê bi rêya Hunerkomê bû xwedî sazî, li Rojavayê jî sala 1986an xebatên hunerê bûn xwedî sazî.
Yek ji avakarê wê demê Hunermend Elî Mensûr bû. Eşa hunermend hên teze ye. Lê em dikarin bêjin: Tê payîn ku di rojên pêş de li bajarê Kölnê merasîmek bîranînê were li dar xistin.