Di nav albûma “Bûka Azadiyê” (Koma Berxwedan) de strana sêyemîn “Hêza Şoreşê” ye.
Gotinên stranê bênîgaş in. Nivîskar peyama xwe rasterast vedibêje. Peyvên mîna “azadî, serbestî, berxwedan” berbiçav in. Berhem dînamîk e û nêzîkî şêweya merşê ye. Nivîskarên merşê vê rêbazê bikar tînin, da ku peyama xwe di hişê mirovan de bihêlin.
Derbarê aranjeyê de: Berê em vê bêjin… Ev albûm di heman demê de belgeyek ji pêşveçûna muzîkî ya Koma Berxwedan e. Çima? Albûmên berê bi giranî li ser tembûrê ve dihat tomar kirin. Lê dema ku mirov vê albûmê guhdarî dike, dibîne ku aranjeya kevn nemaye.
Aranjeya strana “Hêza Şoreşê”, piştgirî dide têgeha “Hêz”ê. Bingeha rîtmîk xurt e. Bingeha elektronîk û teknîkên tomarkirinê paqij e û te bêje îro hatiye qeyd kirin. Muzîk ne wekî dengê mexdûriyetê ye. Bûye dengek hêzê û biryarê…

Hêza Şoreşê
Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat
Stranbêj: Xemgîn Bîrhat
Aranje: Mazlum Rewşen
Gelê me li Rojava vaye serî rakir
Agirê berxwedanê li her derê gur kir
Tevgera YPG ji bo azadî saz kir
Tevgera YPJ ji bo azadî saz kir
Dîsagotin
YPG YPG hêza şoreşe
YPJ YPJ hêza azadî ye
YPG YPG hêza berxwedane
YPJ YPJ berxwedana gele
Keç û xortên çeleng daketin qadan
Bang dikin azadî serbestî wekhevî
Bijî bijî wekhevî pir xweşe azadî
Bijî bijî serbestî pir xweşe azadî
Dîsagotin
Meşa berxwedana me meşa azadiye
Dengê berxwedanê dengê azadiye
Rim rima azadiyê va tê ye ji Rojava
Dîsagotin
Ev dengê azadî belav bû li cîhan
Serbilind dewlemend vaye pêşve diçin
Divê dijmin derkevî ji xaka Kurdistan
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emanuel Stanley
E-Gitar, Ki-Gitar, Comp. Prog., Tembûr: Mazlum Rewşen
Tembûr: Ali İkizer
Ney: Memo Gül
Têbinî: Benda dawî a ku me nivîsandiye li ser berga albûmê cih girtîbû. Lê di nav stranê de tune ye.





