Di nav albûma “Bûka Azadiyê” de bi giştî 14 stran hene. Me berê pênc ji wan parve kiribû. Niha em ê gotinên stranên mayî parve bikin. Stranên mayî ev in: Li Rojava Berxwedane, Arîn Mîrkan, Lehengên Gêrîla, Bûka Deştê, Rojava, Nirx û Hebûn, Dayîkên Şehîdan, Destûr Nadin û Ey Serokê Me. Erê, stran li jêr in:
*
Li Rojava Berxwedane
Gotin, Muzîk û Stranbëj: Diyar
Aranje: Mazlum Rewşen
Roj roja berxwedanê
Roj hilat, li Kobanê
Sedsala me kurdaye
Lê xwuşke mila bine
Lo hevalo mila bine
Dîsagotin
Dayê tu bililîne
Min bi çeka bixemlîne
Kobanê li benda me ye
Hevalên me tev çûn şer
Min derengî nexîne
Êdî sebra min jî nîne
Arîn silav da Zîlanê
Li diyarê Kobanêyê
Bû mizgîniya azadiyê
Firîn kevokên aşîtiyê
Dîsagotin
Berxwedana li Kobanê
Deng vedaye li cîhanê
Şerê mayîn û nemanê
Keç bûne ser bazê cengê
Dîsagotin
Muzîkjenên Stranê
Derhêner, Tembûr, Tembûra Elektro: Ali İkizer
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emanuel Stanley
AK-Gitar, E-Gitar (Solo drive): Klaus Bittner
Mey, Zirne: Kemal Ceylan
Tembûr: Mazlum Rewşen
Gruba Kemanan: Yaşar Başözdeş
****
Arîn Mîrkan
Gotin: Seyidxan
Muzîk û Aranje: Memo Gül
Stranbêj: Zozan
Dilê te li Kobanê ma
Tu şemala Yezdanî/Xudanî
Îştara li asimanî
Tu Arîn Mîrkanî
Dîsagotin
Şevên reş te ronî kir
Dilê zaliman dax kir
Wek rojek nûh hilatî, heval
Tu bû hêviya gelan
Tu cangoriya azadî
Dilê Zilana me yî Arîn
Liv baza te bû ye destan
Navê te bû navnîşan
Tu bû stranek bêdawî
Şêra me Arîn Mîrkanî
Dîsagotin
Muzîkjenên Stranê
Perkusyon: Ömer Arslan
Sêtar û Tembûra Bas: Memo Gül
Mey: Kemal Ceylan
Pad: Mazlum Rewşen

Rûpelek ji albûma “Bûka Azadiyê”. Koma Berxwedan, wêneya Şehîd Arîn Mîrkan û gêrîlayên Kurdistanê parve kiriye.
Lehengên Me Gerîla
Gotin û Muzîk: Kawa
Aranje: Memo Gül
Stranbêj: Koroya Koma Berxwedan
Hêz û vîna we bû bawerî
Reng û dengê jînê gêrîla
Hûn ji tîn a agir û rojê
Banga raperînê gêrîla
Disagotin
Gêrîla gêrîla
Hêza me yî baskê me yî gêrîla
Gêrîla gêrîla
Hêviya me yî cenga me yî gêrîla
Bazê çiya gêrîla
Vîna dila gêrîla
Şêrê Kurda gêrîla
Gêrîla gêrîla
Şagirtê Egîd in bihêzin
Ji bo niştiman xakparêzin
Hûn dile dijminan disojin
Li her derê ne şêr û bazin
Dîsagotin
We tovê berxwedanê reşand
Bûn parêzvanê roja azad
We hîm û textê zilmê hejand
Eşqa keç û xortan gêrîla
Dîsagotin
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emanuel Stanley
Tembûr, Ney: Memo Gül
AK-Gitar: Klaus Bittner
Keyboards: Eser Gül
Gruba Kemanan: İstanbul Strings
****
Bûka Deştê
Gotin: Peywan Arjîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Aranje: Memo Gül
Stranbêj: Peywan Arjîn
Kobani rabe xwe bi xemline, tu būka deştê
Qor bi qor xwazgînî hatin şêrin buhiştê
Deşta pirsūs ji ter kembere xwe daye piştê
Qelenê te va me birî rindê suriştê
Ji çar hêla vane hatin, xweş berbûyên te
Sinor a tixüb çirandin, li ser sênga te
Qami lo efrîn û dêrik, bûne dengê te
Keç û xortan xwîn rijandi, ji bo bejina te
Govenda te va li dare, ey kobaniya min
Keç û lawên tey qahreman, jêre ser kêşin
Va em hatin te bi guhêzin, taca serê min
Nexta te vaye me daye, Xwîna rayê min
Muzîkjenên Stranê
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass, Ki-Gitar, Tembûr: Mazlum Rewşen
Keyboards: Eser Gül
Duduk: Kemal Ceylan
Kanun: Recep Seber
****
Rojava
Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat
Aranje: Mazlum Rewşen
Stranbêj: Sosin
Rojava Rojava welatê’m xweş ava
Rojava Rojava ax Rojava
Dibêjin Rojava li binya xetê
Şîrîn û xweşe dar û ave
Ew Ava Mezin serde diherike
Jiyane dide erd û xwezayê
Parek ji axa welatê me
Qet nayê berdan ber dile me
Wargeha Rustem Cudi û Xebate
Bingeha şehidan warê nirxaye
Qamişlo Efrin û gel Kobanê
Bi deng û awaz xweş hunere
Hêlîna rewşenbîr a qehremane
Her bijî Rojava welate’m xweş ava
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass, AK-Gitar, Tembûr: Mazlum Rewşen
Tembûr: Ali İkizer
Keyboards: Burhan Kafadar
Duduk: Ertan Tekin
Gruba Kemanan: İstanbul Strings

Nirx û Hebûn
Gotin, Muzîk û Stranbêj: Kawa
Aranje: Memo Gül
Hûn hebûn û bawerî, bo jiyanek serfiraz
We da doza rumetê nêzîk bû roja şadî
Axa sar û vemirî zindî bû bi tîna we
Şevên tarî rojên reş ronî bû bi vîna we
Şehîd rûmeta me ne ey şehîd şehîd
Şax dan li nava dilê me jîna bê mirin
Tîn û şewqa roja me şehîd namirin
Ey şehîd şehîd
Di kûrahiya dil de bû hêlina evînê
Şehîd hêvî û bawerî, ji bo şoreş û jînê
We can da ji bo welat bûn e dengê yekîtiyê
Dilê me da her dijîn şehîdên azadiyê
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emmanuel Stanley
AK-Gitar: Klaus Bittner
Keyboards: Eser Gül
Kanun: Recep Seber
Gruba Kemanan: İstanbul Strings
Ney: Memo Gül
****
Dayîkên Şehîdan
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Aranje: Mazlum Rewşen
Stranbêj: Berîvan
Dilê dayîkên Şehîdan e
Derya xem û kulan e
Li min negrin eger bigrim
Bîranîn’in, hêsirên min
Bîranîna êş û derdan
Ya şahî û hêviyên min
Her wekû xwîna şehîdan
Êşa dayîkan jî yeke
Rengên hêsiran ji hev in
Hesret û axîn jî yek e
Bîranînên wan di dil de
Cêwiyên Roj û Salan in
Rengê wan li ber çavan e
Li ser ezman û Alan in
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Bass, Ki-Gitar, Tembûr: Mazlum Rewşen
Tembûr: Ali İkizer
Perkusyon: Ömer Arslan
Gruba Kemanan: İstanbul Strings
Piano-Pad: Burhan Kafadar
****
Destûr Nadin
Gotin, Muzîk û Stranbêj: Şemdîn
Aranje: Mazlum Rewşen
Destûr nadin naxwezin, Axa me nabe pêşkêş
Bi Sond à Peyman Hêy Kurdistan
Welatê Kurdan Hêlina Şêran
Tu her biji Serbixwe azad
Gur û hêrs bangdikim Yan Kurdistan yan neman
Bi Şer û Şoreş Hêy Kurdistan
Welatê Kurdan Hêlîna Şêran
Tu her biji Serbixwe azad
Me navê te nivîsand Li rûpelê dîrokê
Bi Xwîn û Agir Hêy Kurdistan
Welatê Kurdan Hêlîna Şêran
Tu her biji Serbixwe azad
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass, Ki-Gitar, E-Gitar, Tembûr: Mazlum Rewşen
Tembûr: Ali İkizer
Mey, Zirne: Kemal Ceylan
Ûd: Memo Gül
****
Ey Serokê Me
Gotin û Muzik: Xelîl Xemgîn
Stranbêj: Koroya Koma Berxwedan
Aranje: Ali İkizer-Mazlum Rewşen
Wek lehiya li qadane, bi armanca te
Bi tifaqin, bi peymanin, li ser rêça te
Bi biryarin, bi kiryarin, bi fermana te.
Dîsagotin
Ey Serokê me
Tu yi Roja me
Tu Hebûna me
Paşe roja me
Ey Seroké me
Bê te me nabe cîhanek, bê te nexweşe
Ger li kar bin, li bin bar bin, nêza Şoreşe
Ne azadî, ne serbestî, bê te nameşe
Dîsagotin
Şev û roj Kurd ne hedane, ne sebir û tebat
Jina kurd îro zana ye, bi kar û xebat
Li ser rêça Serok Apo xwe dikin xelat
Dîsagotin
Muzîkjenên Stranê
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emmanuel Stanley
AK-Gitar, E-Gitar (solo drive): Klaus Bittner
Keyboards: Burhan Kafadar
Comp. Prog., Tembûr: Mazlum Rewşen
Tembûr: Ali İkizer





