Firaz Baran
“Çavê Cûdî” navê stranek Bermal Çem e. Gotinên stranê Medya Doz nivîsiye û Bermal Çem muzîka wê afirandiye û Hadî Moradî jî aranjeya wê xemilandiye. Jînda Asmen sala 2021ê ji bo stranê klîbek tomar kiriye. Hûn dikarin li ser Youtubeê temaşe bikin.
Bermal Çem strana “Çavê Cûdî” ji bo şehîdên Cûdiyê saz kiriye. Wê di pirtûka xwe de wiha nivîsiye: “Cûdî warê min a destpêkê ye.”(1)
Li vir gerîlayên bi navê Ronî, hunermend Argeş, Mehmûd, Elî Piling û Cûdî naskiriye. Cûdî jê re gotiye: “Dengê te xweş e. Dibe ku rojekê tu li ser me û çiyayê Cûdî stranekê çêbike.”(2) Cûdî û navên ku me nivîsiye şehîd bûne. Dema ku Bermal rastî helbesta Medya Doz hatiye, şehîdan fikiriye û ev stran afirandiye.

Şehîd Argeş Norşîn (Şefik Yatkın). Di benda yekemîn de hunermend dibêje: “Hemû wek arê geş in, arê geş in”. Bi vê gotinê Şehîd Argeş bi bîr aniye.
Pêşî, em gotinên stranê parve bikin:
Çavê Cûdî
Gotin: Medya Doz
Muzîk: Bermal Çem
Aranje: Hadî Moradî
Çiya şopa lingê avê ye
Siya kevnar xwe lê dipêçîne
Rêwî tê de dimeşin, dimeşin
Hemû wek arê geş in, arê geş in
Dîsagotin
Barana çavê Çiyayê Cûdî me
Berdilka evînek Cizîrî me
Pêlê tofana dîrokî me
Ez rêhevala Ronî me
Çiya qibleya evînê ye
Qermiçkê eniya dîrokê ye
Wek xunava li ser lêva ye, li ser lêva
Şoreşgerên dil derya ne, dil derya
Dîsagotin
*
Çîroka Argeş Norşîn
Di benda yekemîn a stranê de gotinek derbas dibe. Dibêje: “Hemû wek arê geş in, arê geş in”. Helbestvan qala Şehîd Argeş Norşîn (Şefik Yatkın) kiriye.
Argeş Norşîn sala 1975an li Norşînê ji dayîk bûye. Di sala 1993an li bajarê Îzmîrê di avakirina Navenda Çanda Mezopotamya-Îzmîrê (NÇM-Li Bakurê Kurdistanê wekî “MKM” jî tê nasîn) cih girtiye. Di sala 1994an li Îzmîrê bi hevalên xwe ve Koma Agirê Zerdeşt ava kiriye. (3)
Di sala 1998an derbasî Qafqasyayê bûye û beşdarî xebatên çandî û hunerî bûye. Sala 2000an vegeriyaye Kurdistanê û li çiyayê Xinerêyê bûye gerîla. Wê demê di nav arteşa gêrîla de saziyên çandî û hunerî avabûne. Argeş Norşîn jî beşdarî vê xebatê bûye. 30 stran afirandiye. Lê her tim xwestiye ku bibe şervan. Rêveberên herêmê pêşniyara wî herî dawî pejirandiye û Argeş Norşîn derbasî çiyayê Cûdî bûye û 21ê Cotmeha 2004an li çiyayê Cûdiyê şehîd ketiye.(4)

Şehîd Argeş Norşîn
Bermal Çem pirtûkek nû amade kiriye. Mijara pirtûkê “Stranên Şehîdan” in. Wê hem kurtejiyana şehîdên hunermend nivîsiye û hem jî stranên şehîdan berhev kiriye. Ji malpera me re got: “Min 12 stranên hevalê Argeş jî berhev kirin. Me gotinên stranan nivîsandin û notayan stranan derxistin. Hevalê Argeş du klîb jî tomar kiribû. Navê klîban ‘Haftanîn’ û ‘Dara Jînê’ ye. Em ê pirtûkê di demekê nêzîk de çap bikin. Hevalê Argeş birayê Şehîd Zana Yetkin e.”
Em gotarê bi gotinên Jîn Argeş Norşînî bi dawî bikin:
“Şehit Argeş, li Norşînê û Taxa Rezê ji dayîk bûye. Heya sala 1991ê li Norşînê jiyan kir. Piştî dibistana seretayî du sal li cihekî Oto-Elektrîkê xebitî. Zarokekî rûken bû. Taybetmendiya wî ya hunerî hebû. Ji aliyê çavdêrî û teqlîdkirinê pir xurt bû. Wekî şanogerekî, bi henekên xwe kêf dida der û dora xwe. Stran gotinê jî hezdikir. Min rojekê jê pirs kir: Te çima şano nekir? Got: Min xwest bibim dengê gelekî bindest.
Sala 1991an gelê me ji ber êrîşên Saddam neçar man û koçî Bakûrê Kurdistanê kirin. Ji Norşînê jî alîkarî kom kirin. Şehîd Argeş bi dil û can tevgeriya û xebitî. Yek jî li Norşînê gelê me şal û şapik li xwe nakin. Lê Şehîd Argeş pir dixwest şal û şapikekê bibîne. Rojekê me dît ku dîtiye û li xwe kiriye. Balkêş e… Roja ku şal û şapik dît, li xwe kir û çû çiyayan. Li Norşînê wê demê hên tu kes tevlî gêrîla nebûbû. Hevalê Argeş çû çiya û du roj hevalan geriya. Bang dike, baz dide, der û dora xwe dinêre lê gêrilayan nabîne û vedigere. Piştre derbasî Anatoliyê bû û li Muğla û Îzmîrê ma.

Şehîd Argeş Norşîn
Sala 2000î hat gêrîla û heya Tebaxa 2002 li Başûrê Kurdistanê ma.
Meha Texabê derbasî Haftanînê bû. Bihara 2003 gihiştiye Cûdiyê. Gelek xebatên şoreşê kiriye û 21ê Cotmeha 2004an di nav şerekî de şehîd ketiye.
Ew kesayetek pir alî bû. Şoreşger, şervan, stranbêj, mamoste û helbestvan bû. Wî xwest wêrekî û fedakariya xwe pêşkeşî ax û gelê xwe bike. Her tim hêz û moral daye hevalên xwe.
Navê wî Argeş bû. Kesayetiya wî jî wekî navê xwe bû. Arekî geş bû di nav şoreşê de. Bîranîna wî rêya me ronî dike. Em şehîdê Kurdistanê, Argeşê Norşînî bi rêzdarî bibîrtînin.”(5)
Çavkanî
1- Bermal Çem: Çemê Stranan; Weşanxaneya Aryen, Rûpela 13, 2023/Enqere
2- Heman pirtûka Bermal Çem. Rûpela 13
3- Dicle Haber Ajansı (DİHA): ‘İnsan sazına da sözüne de bağlı olmalı’; 21.10.2016
4- Jîn Argeş Norşînî: Serxwebûn; Sibat 2025, Rûpela 29. Gotara bi navê “Zafer Yürüyüşçüsü Argeş”.





