Firaz Baran/Kovara Huner-Wuppertal
37. Mîhrîcana Govendên Kurdistan îsal li bajarê Wuppertalê bi coşekê mezin dest pê kir (23.05.2026).

35 komên govendê ji Almanya, Fransa û Swîsreyê beşdarî Mîhrîcanê bûn. Ev bûye salek hemû komên govende her hefte bi rêk û pêk civiyan, perwerde dîtin, lêkolînên nû kirin û xwe ji bo Mîhrîcana 2026 amade kirin. Ev nêzîkatî ked û hezkiriyek mezin e…

Endamên juriyê, mamosteyên govendên gelêrî û xwendekar roja 23ê Gulanê 2026, sibê saet di 09:00an de li qada Historische Stadthalle a Wuppertalê civiyan.

Keç û xortek ji Rojavayê Kurdistanê. Bi cil û bergên gelê Asurî û herêma Kobaniyê…
Koma Mîhrîcan, ji nêzîkî 400 kesan pêk dihat.

Ji endamên juriyê bigire heya xwendekaran bi cil û bergên xwe yên rengîn bala xelkê kişandin. Kevneşopiyek a Mîhrîcanê jî ev e: Jurî ne tenê performansa li ser dikê dinirxîne. Ew, cil û bergên Meşa Kevneşopî ya Mîhrîcanê jî dinirxîne. Dibêje: “Ji ber ku temsîliyeta gelê me ye.”

Ji herêma Pazarcikê Sarya dibêje: “Ev bûye çar sal, ez fêrî govendên gelerî dibim. Ez hewl didim ku îsal Sertîfîkat a xwe werbigirim. Ez amadekariya teza xwe ya mezûniyetê jî dikim. Ji herêma Pazarcikê lîstika Aşê Îwe girîng e. Ez dixwazim lêkolîna Aşê Îwe pêşkêşî Mamoste û xwendekaran bikim.”
Koma Mîhrîcanê bi lêdana def û zurnayê qada Historische Stadthalleyê hêjandin.

Mamoste Amele jî wekî mêvan beşdarî Mîhrîcana îsal bû. Hebûna wî hestek cuda bû, ji bo her kedkarek Mîhrîcanê. Ji ber ku Mîhrîcana yekemîn sala 1987an li bajarê Frankfurtê Mamoste Amele amade kiribû. Mamoste, ji sala 1987an heya 2012an wekî amadekar, organîzator û jurî beşdarî Mîhrîcanê bû û ew kedkar û afirînerê sereke a Kevneşopiya Mîrhîcanê ye.

Piştî govenda Historische Stadthalleyê meşa kevneşopî ya Mîhrîcanê dest pê kir. 400 kes bi cil û bergên Kurdî û Kurdistanî li navenda bajarê Wuppertalê meşiyan.




Di meşa îsal de bûka sembolîk tune bû. Ji ber ku hespê ku hatiye kirê kirî du roj berê birîndar bûye.

Piştî meşê, tevahiya koma Mîhrîcanê ji bo Pêşbirgê derbasî Wuppertal Uni Halleyê bûn.


Du Mamosteyên Govenda Gelerî… Her du Mamosteyên Govenda Kurdî bi salane govendê fêrî keç û xortên derweyî welat dikin. Wan hem bi lêkolînên hunerî, hem jî bi hewldana fêr kirinê kedek mezin dan.

Mamoste Sîpan… Heya îro dibe ku bi sedan şagirt perwerde kiriye. Lê dîsa jî bi dahola xwe beşdarî Mîhrîcanê bû û dilê beşdaran geş kir û kelecana roja yekemîn bilind kir.





