Çîroka Strana Amarayê

Firaz Baran/Kovara Huner

Amara
Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

Sal du hezar û neh çarê Nîsanê bû
Pazdeh hezar heval li Amarayê bû
Neyar bi tanq û top rêya me girtibû
Ji mirovahiyê cewher negirtî bû

Bila çavên we vekirî neçe
Şehîdên nemir Mistefa Mehsûm
Em tola we li erdê nehêlin
Sond li ser xwîna Egîd û Mazlûm

Bombe barandin ser dayîk û bavê me
Çekên me tune bûn ji bilî kevirê me
Ey şervan Mistefa Mahsumê dilê me
Em we ji bîr nakin pêşengê şerê me
Hun ketin dîroka partiya gelê me

Seyda Perînçek

Çi Qewimîbû?

Dîrok 4ê Nîsana 2009, dem seatên sibehê bû. 15 hezar Kurd li bajarokê Alîgorê kom bûn. Ew bi dehan bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Anatoliyê hatibûn. Dixwestin ku biçin gundê Amarayê û roja dayîkbûna Serokê Gelê Kurd Abdullah Öcalan pîroz bikin.

Pêşî li Alîgorê ji bo Öcalan şîtil çandin. Paşê otomobîlan siwar bûn û berê xwe dan gundê Amarayê. Alîgor 75 km dûrî Amarayê ye.

Roma Reş nedixwest ku Kurd pîrozbahiya xwe li dar bixin. Lewma wan jî amadekariya xwe kiribû. Bi hezaran polîs û leşker 20 kîlometre dûrî Amarayê kom bûn û rê girtin. Li ser rê û bejahiyê bend çêkirin. Ew der bi tank, panzer û cemseyan tije kirin. Li cem wan çekên curbecur jî hebûn.

Dema ku gel hat, ji dagirkeran re gotin: “Bendan rakin.” Polîs û leşkeran gotin: “Em ranakin. Hûn nikarin biçin Amarayê.” Gelê Kurd gotin: “Em ê biçin” û xwestin ku li ser bendan derbas bibin.

Leşkeran û polîsan gaza îsotê avetin gel. Parlamenterên Kurd mudaxele kirin û ji leşkeran re gotin: “Provokasyonan nekin. Em wekî heyet biçin. Em ê daxuyaniyê bidin û derkevin.” Lê dagirkeran destûr nadin Parlementeran jî.

Gel vê helwestê qebûl nakir û xwest bendan derbas bibin. Leşkeran û polîsan êrîşî gel kirin. Paldan û bombeyên gazê bikaranîn. Bi fîşekên plastîk û fîşekên rast gel gulebaran kirin. Bi sedan welatparêz birîndar bûn. Leşkeran û polîsan du welatparezên Kurd kuştin. Di vê êrîşê de şagirtê Zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û ji Pirsûsê karkerê înşaetê Mustafa Dag şehîd ketin.

Şehîdên 4ê Nîsanê Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag

Di vê êrîşê de hunermend Seyda Perînçek jî birîndar bû. Wî, piştî vê êrîşê strana Amarayê afirand. Vê stranê bandoreke mezin li ser gelê Kurdistanê hişt. Seyda Perînçek ji kovara me re qala 4ê Nîsanê û çîroka strana Amarayê kir û got:

Seyda Perînçek Qala Wê Rojê Dike:

“Ez di çarê meha nîsana 2009an de tevlî meşa Amarayê bûm. Min ew bûyer bi çavên sere xwe dîtin. Ew êrîşên qirêj û hov yên ku dewleta Tirk ya dagirker li ser gelê me kirine ez jî bûme şahid. Gelê me li hember êrîşên hovane bi awayekî lehengî berxwedanek pêş xist.

Şehadeta Şêhîd Mistefa û Şêhîd Mehsûm li ser esasê berxwedanê pêk hat. Dayîk, zarok, kal û pîr bi gelemperî rastî êrîşa dewlata tirk man û di encama de bi sedan heval jî birîndar bûn. Ez jî rastî êrîşên dagirkeran hatim û ji lingê xwe birîndar bûm.

Weke her çalakvanekî ez jî li hemberî êrîşên hovane hêrs bûm. Şehadeta hevalan gelek bandor li ser min û hemû gelê Kurd kir. Min xwest ku bîranîna şehîdan û gelê me yê berxweder bibîrbînim. Strana Amarayê bi vî avayî derket.

Ez dikarim bêjim ku ev stran di rojekê de hate çêkirin. Hevalên me yên Gun Tv jî bi dil û can li ser sekinîn û bi dîmenên êrîş û berxwedana Amarayê klîbek amade kirin.

Strana Amarayê li hemû Kurdistanê bi germahîyeke mezin hate ecibandin. Di sala 2010an de ez salekê di girtîgehê de mam û paşê ez derketim. Hevalên çandê wê salê li Tetwanê Mîhrîcana Şehîd Mizgîn û Şehîd Dilgeş liderxistin. Xelata hunerê diyarî min kirin. Ew ji bo bin bû serbilindî û motîvasyonek gelek mezin.

Spasiyên xwe ji dil û can bo hemû kedkarên Tevgera Azadiyê û bi taybetî jî ji TEV-ÇANDê re dikim. Ew bûn sedem ku ez hemû jiyana xwe di nav xebatên netewî, çandî û hunerî re derbasbikim.

Herî dawî dixwazim bêjim ku:

Li wê rojê 15 hezar kesî bi dilekî paqij dixwestin ku biçin Amarayê. Ew bêçek bûn. Hezaran leşker û polês hebûn. Wan bi tankan, çekan, gazan û çekên din êrîşê kal û pîrên me, zarok, keç û xortên me kirin.

Lê gelê me berxwe da. Du şehîd û bi sedan birîndar hebûn. Lê gelê me bûna yek, şehîdan û hemû birîndaran rakirin û bendê ku dijmin çêkiribû hilweşandin. Bi vê minasebetê ez careke din Şehîd Mistefa û Şehîd Mahsûm bi rêzdarî bibîr tînim.”