Firaz Baran/Kovara Huner
Seyda Perînçek hunermendekî afirîner e. 1300 stran nivîsiye. Ji bo piraniya wan muzîk jî çêkiriye. Li gorî rexnegirên helbestê zimanê wî sade û gotinên wî kûr in.
Min berê nedizanî… Ez difikirîm, min digot: Gelo ev kaniya stranan ji ku diherike? Dema ku min wî guhdarî kir ez hîn bûm ku ew ji malbatek alim tê. Ew neviyê alimê naskirî Mele Hesenê Tawikî ye.
Alimên me bi hezaran pirtûkên bi destnivîsî hiştine. Wan feylesofî kirine, lêkolîn nivîsandine, li ser şer-sirgûn-zozanan-giyayên şîfayî û hwd. pirtûk bêhempa wekî mîrasa netewî xelatî me kirine.

Her wiha alimên me helbest jî nivîsandine. Ji xwe heya sala 1925an helbesta kurdî piranî car bi xêra medreseyên Kurdî pêş ketiye û asta herî bilind jî jiyan kiriye.
Me bi Seyda Perînçek re hevpeyvînek dûr û dirêj kiriye. Me jiyana wî guhdarî kiriye, em li ser stranên wî axivîne. Strannivîsîna wî ez bawerim hem ji malbatê xwe tê û hem jî ji jiyana wî ya bi êş derdikeve.
Bingeha Qirîna Wî
Seyda Perînçek 1300 stran nivîsiye! Ji bo şehîdan bi dehan stran afirandiye. Dagirkeran li dijî wî 108 doz vekiriye. Bavê xwe şehîdên Kurdistanê ye. Malbat rastî êrîşên dagirkeran hatiye û ew neçar mane ku koçî Amedê bikin. Seyda Perînçek hîn xortekî ciwan bûye lê ji bo dabara malbata xwe her roj xebitiye.
Min xwest ev hunermendê afirîner û bi êş nasbikim. Bingeha qirîna wî bizanibin… Ji kîjan axê derketiye, malbata wî kî ye û çi jiyan kiriye… Min pirs kir û ew axivî… Erê, gotinê didin Seyda û ew qala malbat û kalikê xwe dike:
“Ez sala 1979an li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûm. Mala me li ber Kaniya Gozê bû. Em sê bira û xwişkek in. Mezinê wan ez im. Piştî min xwişka min Rûqiya ye. Birayê min Hesen û Ehmed heye.
Navê diya min Xalîse ye. Keça Hacî Bedrê û Hacî Mihemed e.
Navê bavê min Mehmet Tahir e. Mehmet Tahirê Mele Hesenê Tawikî. (Tawikî gund e. Li Dêrikê ye.)
Bavê min çû çiya û navê min rakir. Navê xwe yê kod Seyda ye.
Sîlsîleya min wiha ye: Ez Seyda, bavê min Mehmet Tahir, kalikê min Mele Hesen û bavê kalikê min Mele Ehmed.

Heya 14-15 salî em li Dêrîkê bûn. Paşê em çûn Amedê. Sala 2006an li Amedê em hatin Qoserê û ji Qoserê jî ez hatim vêderê (Ewropa). Ez deh sal li Qoserê mam.
Dema ku ez zarok bûm nifûsa Dêrîkê 12.800 kes bû. Dêrik di navbera çiyayan de ye. Çiyayê Turcelê û Erge Baba heye.
“Kalikê Min”
Mele Hesenê Tawikî sala 1888an ji dayîk bûye û sala 1963 koça dawî kiriye. Wê demê bavê min çar salî bûye. Bavê min biçûkê malê ye.
Kalikê min muderîsekî mezin bûye. Muftiyê Dêrikê bûye. Heya Misrê dihatiye naskirin. Li ser Beydulqadiyê (Şerîata Îslamê) pirtûk nivîsiye. Wekî İmam Gazalî şîrove kiriye.
Pirtûka wî çar cîld in. Sê cîld qediye. Cîlda çaran 12 cuzî jê ma ye. Kesî nikarî biqedanda. Bi kûrahî nivîsandiye. Pirtûkek felsefîk e. Ew pirtûk niha li mala pismamê min e. Herî dawî apê min Mele Ebas li ser hûr bû ku pirtûkê temam bike. Ez bawerim xelas kiriye. Kalikê min bi Arabî nivîsandiye. Pirtûk hên derneketiye.
Heya Çinarê (sînora Amedê) sê heb gundê kalikê min hebûn. Dewlemend bûye û alîmekî mezin bûye. Bi îlma xwe hatiye naskirin.
Her wiha bi keviran xanî çêkiriye. Camî çêkiriye. Bo nimûne, camiya Çarşiya Dêrikê wî çêkiriye. Navê goristana Dêrikê jî navê wî ye. Dibêjin: Mezelê Mele Hesenê Tawikî. Mezelê wî jî li wê ye.

Mezelê wî ax e. Gotiye: “Mezelê min ranekin. Ez ji kesî ne çêtir im. Mezelê pêxamber ax bû. Ger hûn gora min bi kevir û mermeran çêbikin ez qebûl nakim.” Wasiyeta wî bû. Lewma me mezelê wî çênekiriye. Lê me dora mezelê wî girtiye ku ajal zirarê nedine.
Gelek mele, alim, seyda û şêx li cem kalikê min perwerde dîtiye. Hemû şêx û alimên herême dihatin û pê re îstîşare dikirin.
Gelek bîranînên min hene… Ez diçûm konseran û gel qala kalikê min dikir. Dema ku min konservatuar xwend muderîsên olî qala kalikê min dikirin. Yekî ji min re got: ‘Tu ji malbatek oldar û mirovhez î.’
Şagirtên kalikê min wazîfeyên mezin girtin û di nav bîranînên wan de kalikê min cihekî girîng digire. Erê, kalikê min alimek bû lê ji wê bêtir xebatên sosyal pir kiriye. Lewma gelê Dêrika Çiyayê Mazî kalikê min hezkiriye. Mala wan ava û Xwedê rehma xwe li ser miriyên wan bike.”





