Firaz Baran
Seyda Perînçek heya îro di albûmên xwe de stranên kesî negotiye. Hemû stran xwe nivîsîne û muzîka wan bi xwe çêkiriye. Dema ku hûn bergên albûman û naveroka pirtûkên wî dinêrîn, li cem hemû stranan “Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek” tê nivîsandin.
Stranek heye ku wî nenivîsiye. Kîjan e? Strana “Hûn Yekser Çûn” e. Kê nivîsiye? Seydayê Dilbirînê Reben. Kî ye ew? Apê Seyda Perînçek e.
Seyda Perînçek kurê Fermandarê ARGKê Şehîd Mehmet Tahir Perînçek e. 1ê Tebaxa 1990î li gundê Daşikê (girêdayî Qoserê ye) şerekî mezin derketiye. Şer, şev û rojek ajotiye. Di nava vî şerî de sê gêrîla û milîsek tevlî kerwana şehîdan bûne.
Navê şehîdan: Mehmet Tahir Perînçek, Bêrîvana Stilîlî, Remziyê Omerî û Evdoyê Daşikî (Milîsê herême) ye.
Piştî şer salek derbas bûye û apê Seyda Perînçek bi navê “Hûn Yekser Çûn” helbestek nivîsiye. Helbest, beytek e. Seyda Perînçek ji bo helbestê muzîkek afirandiye û straye. Hunermend dibêje:
“Li cem min helbestek pir taybet e. Ez pir pê bandor bûm. Apê min Mele Fexrî nivîsandiye. Wekî helbestvan navê wî Seydayê Dilbirinê Reben e. Apê min vefat kiriye. Bavê Şehîd Ferhad e. Ilma wî ya Medreseyê bilind bû. Yek jî helbestvanekî pir mezin bû. Di dengê Cegerxwîn de bû. Cegerxwîn xwarziyê malbatê ye. Dayîka Cegerxwîn ji Malbata Mala Mele Elî ye. Em ji mala Mele Elî ne. Mele Elî navê ezbet û koka me ye.”

Şehîd Mehmet Tahir Perînçek (Bavê hunermend Seyda Perînçek). Ew, Fermandarê ARGKê û Berpirsê Herêma Mêrdînê bûye. Wê çaxê Mêrdîn di nav Parêzgeha GAPê de herêmek bûye.
Gotinên stranê wiha ye:
Hûn Yekser Çûn
Gotin: Seydayê Dilbirînê Reben
Muzîk: Seyda Perînçek
Piştî salekê tev sê îdan
Bi xeyal çûm ser şehîdan
Hêstir barîn ji du dîdan
Wek baran a tev li ba yê(1)
Kîjan Evdê(2) serbilind bû?
Ew ê mêrxas û hem rind bû?
Mazûban bû ew ji gund bû
Çima wa deng ji wî naye?
Bi ker û lalî qet çênabe
Mazûbantî wiha nabe
Mêvan hatin Evdo rabe
Ey waaax rabûn ji te nayê
Bêrîvana Stilîlî(3)
Dilbîrin ji bo te delîlî
Bi keleşê bike tîlîlî
Hey lîrandin ji te nayê
Ma tu keça bêrîvan î?
Keleş û rextê te kanî?
Tu şehîd ket keleş danî
Bê rextî li bejna te nayê
Heval Remzî tu xezenfer bû(4)
Wekî piling û hezber bû
Pêşmergê Kurdê Omer bû
Min tu nedî li dinyayê
Heval Seyda tu gernas bû(5)
Bo gêrîla rêçenas bû
Neyarê kesên xenas bû
Lê tu zû çû ji dinyayê
We xatir xwest ji Kurdistan
Ketin bin axa goristan
Kurdistan ma di bin destan
Hûn yekser çûn ji dinyayê
Ne Îsa me ku we rakim(6)
Ne Mûsa me li Tûr bang kim(7)
Mîna Yaqûb çiqas bang kim(8)
Wek Yûsiv yek ji we nayê(9)
Ez reben im dilbirîn im
Çiqas çavan digerînim
Ji we yekî qet nebînim
Li ser rûkara dinyayê
Jêrenot
1- Seyda Perînçek li ser vê bendê agahiyêk balkêş da: “Qedexe ye û nikare here ser mezelê birayê xwe. Sê cejn derbas dibin û rojekê bi xeyalî diçe ser mezelên şehîdan. Wextê ku bayê baranê çavê meriv dixe gira meriv bêtir radibe. Di rêza dawî de qala wê kiriye.”
2- Helbestvan qala Şehîd Evdo kiriye. Evdo ji gundê Daşikê ye û wê demê milîsê herêmê bûye. Ji xwe destpêka şer sê gêrîla li mala wî bûne. Ango Evdo xwediyê malê ye.
3- Bêrîvana Stililî: Gêrîla bûye û heman rojê şehîd bûye. 15-16 salî bûye. Şehîd Bêrîvan ji gundê Apê Mûsa ye.
4- Gêrîla Remzî şehîdê 1ê Tebaxa 1990î ye. Helbestvan dibêje: “Tu pilingê gelê Kurd e. Sed mixabin min tu saxî nedîtiye.”
5- Di nav malbata Seyda Perînçek de me navê çar kesan wekî “Seyda” nivîsiye. Ji bo ku tevlîhevî çênabe em eşkere bikin.
A- Seydayê Mele Hesenê Tawikî: Kalikê hunermend e. Li gundê Tawikê (Dêrik) meletî kiriye û li Dêrikê jî ders daye. Lewma jê re dibêjin, Seydayê Mele Hesenê Tawikî. Li Kurdistanê muderîsên medreseyan re dibêjin Seyda. Wekî nav maye.
B- Seydayê Dilbirînê Reben: Apê Seyda ye. Wekî helbestvan ev nav bi kar aniye.
C- Seyda Perînçek: Hunermend e. Dema ku hatiye dinyayê bavê wî navê bavê xwe li wî kiriye. Yanê navê wî ye heq Seyda ye. Ne ku hunermend e û navekî hunerî rakiriye.
D- Mehmet Tahir Perînçek: Bavê Seyda ye. Dema ku tevlî gêrîla bûye wekî kod navê kurê xwe rakiriye. Ango di nav şoreşê de navê wî Seyda bûye. Helbestvan di vê bendê de bi wî re diaxive.
6- Li gorî rîwayetan Pêxember Îsa miriyan radikir.
7- Pêxember Mûsa li Tûrê çile girtiye û rojekê bang li Xwedê kiriye. Gotiye: “Xwe nîşanî min bide.” Li gorî pirtûkên pîroz Hz. Mûsa û Xwedê axivî ye. “Çile” gotinek kurdî ye. Ji çil tê. Li Kurdistanê dema ku kesek bixwaze ji bo pirsgirekekê çareserî bibîne diket çilexaneyê û heya ku çareseriyekê nabîne dernediket. Carna jî mirovan ji bo ku bawerî û xwesteka xwe diketin çilexaneyê.
8- Pêxember Yûsiv di bîrê de bûye û li Misrê winda bûye. Bavê wî Pêxember Yaqûb, bi salan navê kurê xwe aniye ziman û giriyaye û bi êşa kurê xwe kor bûye. Helbestvan hesret û êşa xwe ya kûr aniye ziman.
9- Pêxember Yûsiv piştî salên dûr û dirêj vegeriyaye û bavê xwe û malbata xwe dîtiye. Çavên bavê xwe jî vebûne. Helbestvan di nav êşan de dibêje: “Wek Yûsiv yek ji we nayê.”





