Di Çavkaniyên Osmanî de Biyografiyên Kurdan

Mehmet Bayrak

Di serdema Osmaniyan de biyografiya kurdên naskirî bi navê Tezkireler (Bîrname), Tarihler (Dîrok) û di Lûgatên Ansîklopedîk de hatine nivîsandin.

Di arşîvan de ji 30î zêdetir Bîrname hene û tenê helbestkarên navdar hatine diyarkirin.

Di Dîrok ê de danasîna rêveberên dewletê, nivîskar û hunermendan hatiye kirin.

Di van berhemên ku di sedsala 16an de hatine nivîsandin de di navbera neteweyan an jî herêman de cudahiyek nehatiye kirin. Hemû kesayetên ku erkên girîng girtine di nav de ne.

Piştî 1850yan berhemên biyografîk ên ku li ser parêzgeh û eyaletan disekinin dest bi weşanê dikin.

Yek ji van berhemên girîng ên vê cureyê Tezkire-i Şuara-yı Amid e. Ev berhem ji aliyê helbeskar û pisporê bîbliyografyayê Amedê Elî Emîrî ve hatiye nivîsandin.

Beşa yekem a vê berhemê 424 rûpel e û tê de jiyana 73 helbestkaran heye. Di berhemê de bi giştî biyografiya zêdeyî 200 helbestkarên Amedê
hatiye nivîsandin.

Çavkanî: Mehmet Emîn Zekî Beg: Meşahir-i Kurd û Kurdistan, R. 6, Weşanxaneya Apec û Öz-Ge, 1998/Swêd

Sala 2006/Wuppertal. Bernameya Şevbêrk, Roj TV. Mamoste Şemdîn, Mehmet Bayrak (ji rastê kesê sêyemîn) û Hasan Yildiz (ji rastê kesê yekemîn) xuya dibin. Ev bername li çand û dengbêjiya herêma Mereşê bû. Wêne ji arşîva Hozan Şemdîn hatiye wergirtin.