Çîroka Strana Oy Zekayî

Firaz Baran

Strana “Oy Zekayî” di nav albûma Hozan Aydin a bi navê “Kakilê Gûzan” de cih digire. Stran şîneke û 7.25 deqe ye û çîrokek bi eş xwedî dike.

Zekayî pismamê Hozan Aydin e û koça dawî kiriye. Tu bêje birayê wî yê biçûk e. Ji ber ku ber destê wî mezin bûye. Lewma Hozan Aydin pir li ber Zekayî ketiye.

Hozan Aydin li gundê Xindeqanê (Tekman/Erzirom) ji dayik bûye. Piştî dibistana seretayî malbata wî bîryar girtiye û ew derbasî Mûşê bûye. Li wir li mala apê xwe maye û dibistana navîn û lîseyê xwendiye. Hozan Aydin dibêje:

Hozan Aydin…

“Dema ku ez çûme Mûşê hîn Zekayî tune bû. Piştre bû. Di destê min de mezin bû. Dem derbas bûn û ez neçar mam û derketim Ewropayê. Min xortaniya wî nedît. Zekayî zewicî û bû xwedî zarok.

Rojekê xeber hat û gotin: ‘Zekayî qezayê trafîkê derbas kiriye.’ Derbasî wî alî dibe û erebeyek lêdixe. Ez bawerim heyvek li nexweşxaneyê de ma. Şiyar nedibû. Ez pir ber ketim.

Ez zû zû negirîm. Erê dilê min dikele û digirî lê çavê min nagirî. Du stranan de hesrên min hatine. Yek strana Lorî ye. Hêsir ji çavên min barîn. Di strana Zekayî de jî wisa bû. Heyvekê ji xewê ranedibû û koça dawî kir.”

Erê, di nav dîsgotina stranê de Hozan Aydin ev rewşa xwe wisa diyar dike:

De rabe ji xew oy Zekayî
Bêj min abê tu li ku ma yî
Herkes hatiye li hewara min
Tenê tu tunî windayî
Lo xerîbo de li xwe bigrî

HESRETA 35 SALAN

Zekayî wekî birayê Hozan Aydin ê biçûk bûye. Lê ew nikare biçe Mûş e. Herkes çûye xestexaneyê lê ew li ser telefonê benda nûçeyek baş maye. Hozan Aydin dibêje:

“Dilê kesî ne razî ye ji vî tiştî re. Lê mixabin ez nikarim biçim. Li ser min qedexe kirin berdewam dike. Ev bûye 35 sal… Dayik û bavê min koça dawî kirin. Roja dawî ez li cem wan nebûn. Xizmên te, hezkiriyên te şehîd dikevin an koça dawî dikin. Tu nikarî biçî ser gora wan. Cihê xemgîniyê ye.

Min li serî hemwelatiya Almanyayê dabû. Beriya mehekê polîsê Alman name şandin. Gotine: ‘Tu di nav Tevgerê de ye. Em te nakin hemwelatiyê xwe.’ Xanima min û zarokên min hemwelatiyê Alman girtine. Lê nadin min.

Lê xeyala min ew e ku em ê biçin welatê xwe. Hêviya me xurt e û em ê rojekê bi azad biçin ser axa bav û kalan. Ew wazîfeya me ye. Dema ku ew roj hat, ez ê yeko yeko biçim ser gorên şehîdên me û hezkiriyên xwe. Zekayî jî yek ji wan e. Em çi bikin… Çerxa felekê para me wisa daniye.”

Hozan Aydin strana “Zekayî” di roja 29ê Çile ya 2023an li bajarê Berlînê çêkiriye. Gotinên stranê li jêr in:

Zekayî
Gotin û Muzîk: Hozan Aydin 
Aranjor: Mizgîn Ayaz

Va çi xew bû ji nişka hat
[2. Ev çi xew bû ji nişka hat]
Ma ne zû bû ev dem û kat
Roj li te ma ye heyr û mat
Hêvî tev bûn ar û şewat
De rabe ji xwe oy Zekayî

Dîsgotin
De rabe ji xew oy Zekayî
Bêj min abê tu li ku ma yî
Herkes hatiye li hewara min
Tenê tu tunî windayî
Lo xerîbo de li xwe bigrî

Çiqas rojeke xemgîne
[2. Çi rojeke wa xemgîne]
Şewitiya Mûşê bi zarîne
Gîrîne di mal de şîne
Çavên xwe veke bibîne
De rabe ji xew oy Zekayî

Dîsgotin

Bila bişkê çerxa felek
Çawa li serê te bû xelek
Gorî wan çavên reş belek
Ka veke li hêviyêne gelek
De rabe ji xew oy Zekayî

Dîsgotin

Hun dikarin strana Zekayî li ser vê lînkê guhdarî bikin:

Hier klicken, um den Inhalt von YouTube anzuzeigen.
Learn more in YouTube’s privacy policy.