Firaz Baran
Ji wêje, şano û muzîka Kurdî, Farsî û Yewnana Kevnare bigire heya îro, li çar aliyê cihanê cihê “Bilbil”ê taybet e. Çi bi stran, çi bi şano û çi bi destan be “bilbil”ê gelek caran rola sereke girtiye.
Helbestvan, çîrokbêj, şanoger û dengbêjan derd, hezkirin, windakirin û bêrîkirina xwe bi “bilbil”ê ve tarîf kirine. Carna ji bilbilê re lorandine û carna kêfxweşî û kelecana xwe anîne ziman.
Di navbera salên 1980 û 1990î jî stranbêjên me bi “bilbil”ê ve qala êşa welat kirine. Stranên Aramê Dîkran, Şivan Perwer û Diyar mînaka vê gotinê ye.

Di nav muzîka Kurdî de sê navên girîng: Şivan Perwer, Aramê Dîkran û Diyar Dêrsim.
Wekî mînak strana Aram Dîkran… Li ser kaseta Evîna Feqiyê Teyran gotiye. Gotinê stranê bavê Aramê Dîkran nivîsiye. Dema ku mirov gotinan dixwîne Jenosîda 1915ê tê bîra mirov. Dibêje: “Sewiyo, mihaciro.” Malbata bavê Aramê Dîkran kuştin. Ew bi sewî ma û bû mihacir.

Berga albûma “Evîna Feqiyê Teyran” a Aramê Dîkran. Hunermend, strana “Bilbilo” gelek cihên cuda gotiye. Di nav sê kasetên wî jî cih girtiye.
Bilbilo
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Dîsgotin
Hey lê lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist hêlîn tev xera kiro
Perîşano, de sêwiyo mihaciro
Tu bi hesreta hêlîna keviro
Bilbilê reben gune ye, nalîlîne
De xema şalûl e, ji xwe re xweş dixwîne
De dedê bilbil ne qefesa zêrîne
Mexsedê wî welatê xwe bibîne
Dîsgotin
Hey lê lê wayê gidî bilbilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û şax
Tu rebenî guneyî, tu sêwî yî
Stara te tune tu bê cî yî
Dîsgotin

Hunermend Şivan Perwer… Konsera Parîsê, sala 2015an. Wêne ji malpera Facebook a hunermend hatiye wergirtin.
Hunermend Şivan Perwer jî di sala 1983an de stranek bi navê “Bilbilo” gotiye. Destpêka stranê hunermend bi bilbilê re diaxive û dest bi stranê dike. Hunermend stranê bi dengekî dilşewat dibêje û dilorîne. Qala dema 12ê Îlonê û girtinan dike. Dibêje: “Bilbilo, bişewite mala Contirkan, kom kirin xortên hêja ji her hêlê da / Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş koz û perdê da.” Gotinên stranê li jêr in:
Bilbilo (1983)
Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelerî
Bilbilo xêr e vê sibekê tu li ser darê xweş dinale
Ma tu jî weke min bêhal e
Kerem ke were em rûnin, mijûl bibin ka derdê te çi ye?
Bilbilo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale?
Ax… Wer xuya dike bilbilo tu jî weke min bêhal e
De ezê nizanim tuyê ji derdê çi ye ewqas bi ax û fîgan e
Bilbilo de were em mijûl bin kerem ke ji ser darê were xwarê
Bilbilo vê sibekê tavek hatî çi himhim î
Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li serê min hedimî
Bilbilo tu li perê darê ez bûme kevkurkek qula zinaran
Ax… Xêrnexwazan xera kirin germa biharê hêlîn li min herimî
Bilbilo, bişewite mala Contirkan, kom kirin xortên hêja ji her hêlê da
Birin bi vê qentara devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da
Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş koz û perdê da bilbilo
Ax… Derd û kederên min ev in bilbilo ev çiya hatiye bi serê min rebenê da
Xerîb im, bêkes im, bêhal im de yar yar… lo lo bilbilo…
*
Hozan Diyar jî bi navê “Bilbilo” stranek afirandiye û kaseta “Kerwan”ê de gotiye. Gotinên stranê Hekîm Sefkan nivîsiye û Diyar “Dîsgotin”a wê lê zêde kiriye. Gotinên stranê bi welatê birîndar ve girêdane û Diyar muzîka wê bi muzîka kevneşopiya kurdî amade kiriye. Gotinên stranê wiha ye:

Hunermend Diyar Dêrsim
Bilbilo
Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar)
Muzîk: Diyar
Bilbil ser şaxî çi xweş dixwîne
Rist û helbesta ser diweşîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejare, kezeb bi xwîne
Dîsgotin
Bilbilo lo lo keçore bilbilo
Bilbilo lo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo lo mehkûmo bilbilo
Helbesta bilbil çiqas ji dil tê
Axîn û nalîn ji cigera tê
Ev jî wekî min ji zora wî tê
Hêlîn xirab bû xwîn ji baskan tê
Dîsgotin
Wek min xwînî ye koçer û jar e
Li ber xerab bû hêlîn û war e
Pepûk maye ew bê rê û çare
Şina lîsê wî mexel bû mar e
Dîsgotin
*
Erê Bilbilo, bêje ji Felekê re. Em jî zarokên wî ne. Azadî mafê me ye jî. Çima ewqas bar avetiye ser pişta me?




