
Ji bo qurbaniyên Jenosîda 3ê Tebaxa 2014an li bajarê Almanya Löhneyê bîranînek hate li dar xistin. Bîranîn doh êvarê li Navenda Êzdî pêk hat. Di bîranînê de pêşangeha fotografan a Rewand Cewad Smail vebû, fîlmê Şêro Hindê ket pêş perdeya spî û beşdar axivîn. Êzdiyên Löhneyê û Alman beşdarî bîranînê bûn.

PÊŞANGAHA REWAND CEWAD SMAIL
Pêşangehek wêneyan a bi navê “Şitarikiyê ber bi Ronahiyê ve” li hola bîranînê hate vekirin. Pêşangeh ji fotografên koçberên Şengalê pêk dihatin. Wênekêş Rewand Cewad Smail wê demê serdana kampên ku Êzdî bi cih bûn kiriye û fotografên wan tomar kiriye. Fotografên Smail tesîra jenosîd, koçberî û wêrankirinê li ser ruhê mirovan eşkere dike. Her wiha di çavên zarokan de jî hêvî û hezkirinê girtiye. Smail beşdarî bîranînê bû û axaftinek jî pêşkêşî beşdaran kir.

FÎLMÊ ŞÊRO HINDE
Beşdaran her wiha fîlma “Evîn di Rûyê Qirkirinê de” temaşe kirin. Derhênerê fîlm Şêro Hinde ye û wî ev fîlm sala 2020an tomar kiriye. Fîlm, êşa Fermanê bi rêya dengbêjan nîşan dide. Ew belge dike, ka Êzdiyan çawa bi rêya stran û wêjeya devkî; mîrat, nasname, ol û çanda xwe parastiye.
Di bîranînê de berpirsên Navenda Êzdiyan a Löhneyê jî axivîn. Wan diyir kirin, ku Êzdî li pêşeroj û ronahiyê dinêrin. Wan di pêşerojê de avakirina civatek bihêz tekez kirin. Her wiha gotin, çanda Êzdî û dîroka wê bi hezaran sal in li ser piyane û e bijî. Gotin: “Rêxistina ku li Şingalê pêk hatiye ji bo me ronahiyek e. Em ê li ber xwe bidin û ji bo ku Êzîdî li welatê xwe bi mafên xwe bijîn bixebitin. Em ê bîranîna qurbaniyên xwe ji bîr nekin. Em ê heta ku azadî bi dest bikeve bixebitin.”

BANGA KAMPANYAYÊ
Di bîranînê de her wiha bangek ji bo xurtkirina kampanyaya navneteweyî ya ku ji hêla TAJE (Tevgera Jinên Azad ên Êzîdî) û SMJÊ (Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzîdî) ve hatî destpêkirin jî hebû. Kampanyaya ku bi dirûşmeya “Ji bo Edalet û Azadî – Tu jî bibe dengê Dîlgirtîyên Fermanê” (Ji bo Edalet û Azadîyê – Tu jî dê bibî dengê Fermanê) dest pê kir, di 17ê Tîrmeha 2026an de dest pê kir û dê di 25ê Mijdara 2026an de biqede. Armanca sereke ya kampanyayê ew e ku hişyariya raya giştî ya navneteweyî biafirîne û mekanîzmayên qanûnî çalak bike da ku bi hezaran jin û zarokên Êzîdî yên ku di dema Qirkirina 3ê Tebaxa 2014an de hatine revandin û çarenûsa wan hîn jî nayê zanîn werin rizgarkirin.




