Danasîn: Muzîkala Stranên Keziya Sor

KURTASÎ: Muzîkal ji heft beşan pêk tê. Di her beşê de qala dîrokek cuda kiriye. Beşên muzîkalê ev in: Zayîn, Jin û Xweza, Genim, Têşî Dizîn, Derst Dirêjî, Vejîn û Jin Jiyan Azadî.

NÛÇE/KOVARA HUNER

Ev muzîkal bi serkeşiya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn hatiye kişandin.

Dem: 21.40 deqîqe
Sal: 2024
Senaryo û Derhêner: Şêro Hindê
Alîkarê Derhêner: Şervan Badînî û Rojda Hisên
Muzîk: Mehmûd Berazî
Gotin: Ibrahîm Feqe û Delîl Mîrsaz
Amadekirin: Bêrîtan Rûken û Delîl Mîrsaz
Cil û Berg: Delîl Cûdî
Pêkanîna Cil û Berg: Lona Feqe, Rokistan Şemdîn û Rojda Hisên
Alîkarê Cil û Berg: Sîdar Bedir, Îbo Ibrahîm û Mîşêl Feqe

Perwerdeya Dansê: Rojda Dendara
Editor û Color: Roder Dimilî
Rêveberîya Produksiyonê: Bêrîtan Pirsûs û Gulîstan Efrîn
Dekor: Mehmûd Şêxê
Pêkanîna Dîkor: Sîdra Hisên, Dilgeş Hindê û Qasim Yûsif

Muzîkal ji heft beşan pêk tê. Di her beşê de dala dîrokek cuda kiriye. Navên van beşan ev in: Zayîn, Jin û Xweza, Genim, Têşî Dizîn, Derst Dirêjî, Vejîn û Jin Jiyan Azadî.

Kesên ku di muzîkalê de stranan dibêjin ev in:

Genim: Zîn Ebas
Teşî Dizîn: Zeyneb Mensûr û Yûsif Osman
Vejîn û Destdirêjî: Mûfîde Hemdî
Jin Jiyan Azadî: Nisrîn Botan, Sumeya Serêkaniyê û Caziya Gênco
Koro: Deyana Murad, Rewşen Ibrahîm, Rehef Zilfo, Mufîde Hemdî, Zîn Ebas û Zeyneb Mensûr.

Produksiyon: Rokistan Şemdîn – Şêrwan Mele – Şervan Badînî
Music Executor: Hozan Wezîr û Îvan Hindê
Liberhevxistina Muzîkê: Danyar Taj, Demhat Gur û Yûsif Osman
Perwerdeya Koro: Zeyneb Mensûr, Îvan Hindê û Hozan Wezîr
Mix: Kawa Xalid û Serxwebûn Zeyno
Kamera: Roder Dimilî, Elî Feqe, Mihemed Mûsa
Ronahî: Copie Şoreş
Xemilandin: Dîlara Demir, Sîlva Osman û Mehmûd Mihemed
D.O.P: Elî Feqe

Navê Muzîkalê ji ku Tê

Endama Koordînasyona Hilala Zêrîn Siya Dicle derbarê muzîkalê de ev agahî parve kiriye (Çavkanî: 8ê Adarê 2024/Rojnameya Yenî Yaşam):

“Di peykerên serdema neolîtîkê de porê jinan her tim kezîkiriye.

Kezî tê wateya hevgirtina jinan. Sor tê wateya têkoşîna şoreşgerî. Ev reng sembola berxwedan û têkoşîna jinan a ji dîrokê ye.

Ji pêşenga tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz bi porê xwe yê sor tê naskirin. Jiyana wê her tim di nav şer de bû.

Porê wê yê sor îspata vê yekê ye. Me navê Stranên Keziya Sor li ser navê Sakîne Cansiz hilbijartiye.

Jin Jiyan Azadî dirûşmeya jinê ye ku bi berxwedana jinên Kurd derketiye holê û îro li cîhanê belav bûye.”

Hin Jimarên Muzîkalê

7: Me girîngî da hin hejmaran. Ji bo nimûne, hejmara 7 ji dîrokê ve hejmareke pîroz e. Ji ber vê yekê jî hejmara reqsvanên jin ên ji cil û bergan rizgar bûne heft e. Her wiha muzîkal jî ji 7 beşan pêk tê.

41: Ev hejmar di serdema neolîtîkê de pîroz bû. Agahiyên 41 jinan hatin dizîn. Ew wê temsîl dike. Bi vê boneyê koroya jinan a li ser sahnekê ji 41 jinan pêk dihat.

75: Herî dawî 75 jin dans dikin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku em îdeolojiya wî diparêzin, îsal dibe 75 sal.”