Çûyîn yan Mayîn

Ev helbest di sala 2010an de hatiye nivîsandin. Komek gerîla bi hev re dimînin. Kom dibe du perçe û hinek ji wan berê xwe didan Çiyayê Araratê, hinek jî berê xwe didin cihekî cuda. Ev helbest li ser çûyîn û mayîna van koman hatiye nivîsandin.

Helbesta Dîrok Diyar

Em ê çawa çavê xwe fêr bikin û wan nebînin
Guhê xwe fêr bikin dengê wan nebihîzin
Wê kîjan sibê karibe me bi henekê xwe bikenîne
Taveheyva ku dihat şevbêrkên me û winsa xwe bi
çîrokên me tanîn
Wê karibin silavên me bigihînin wan

Morîstanên ku piştî çûyîna wan deriyê xwe girtibûn
Wê deriyê xwe li vir vekin
Yan jî ew jî bi wan re çûn

Ma çîrok û serpehatiyê nû karibin ji wan bidin ji
bîrkirin
Tiştên ku me nedixwest em ji bîr bikin
Axên ku fêrî şopên lingên wan bûne
Wê karibin bi me re werin
Dilopên baranê ku li xwe bedena wan zuha dikirin
Wê li ku bibarin

Pênûsên wan ê ku li ser rûpelên me dinivîsandin
Wê berê xwe bidin kîjan rûpelan û çi binivisînin
Çiyayên ku xwe dikirin deşt ji bona nefesê wan neçike
Û dîlopên xwîdanê li rûyê wan nawestîne
Ew ê çi bikin

Ne me dikarîbû çerxa felekê bisekînînin
Ne jî me karîbû em bi wan re herin
Kîjan zahmet e hûn bêjin

Ew ê gotinên me bêjin em ê çîrokên wan
Ew ê cîhê ku nefesê me nagihîje razên em ê li şuna wan
Ew ê stranên ku me jê hez dikir bêjin
Em ê helbest û stranên nû li ser wan çêkin
Ew ê bizanibin ku em li ku ne
Em ê cîhê wan ê nû di xeyalên xwe de birêsin

Ew ê ji tutûna xwe cixarekê bikişînin
Em ê bi çavên xwe li dîtina dûmana wan bigerin
Ew ê westandina xwe di nav agirekî de bişewtînin
Em ê xweliya wan li ber avê berdin
Ew ê li benda hatina me bin
Em ê jî li benda çûyîna xwe
dê bêjin
Çûyîn zor e yan mayîn?…