Bi Zanyariya Kadri Yıldırım: Ehmedê Xanî

* Me pirtûka Prof. Kadri Yıldırım (Ehmedê Xanî – Mem û Zîn) xwendiye û bi zanyariya wî portreya Ehmedê Xanî derxistiye. Em kalikê xwe Ehmedê Xanî û birêz Kadri Yıldırım bi rêzdarî bi bîr tînin.

Firaz Baran

A- DANASÎNA PIRTÛKÊ

Di nav Weşanxaneya Avestayê pirtûkek pir bi hêja derketiye. Navê pirtûkê “Ehmedê Xanî – Mem û Zîn” e.

Pirtûkê Prof. Kadri Yıldırım amade kiriye û 424 rûpel in. Yıldırım destanê bi zimanê wê yê resen parve kiriye. Li kêleka her rêzê wergera Tirkî nivîsiye. Yanê Yıldırım destan wergerandiye zimanê Tirkî.

Ehmedê Xanî ev destan di sala 1694an de nivîsiye. Encax alîmdar zimanê 300 sal berê fehm bikin. Lewma nivîskar hem wergera Tirkî kiriye û hem jî wateya hin gotinan wekî jêrenot parve kiriye.

Dîsa nivîskar destpêka pirtûkê analîzek pir hêja jî nivîsiye. Bi xêra keda Kadri Yıldırım fehm kirina destanê hesan bûye.

Peykerê Ehmedê Xanî, Silêmanî

B- KURTEJIYANA EHMEDÊ XANÎ

Prof. Kadri Yıldırım li ser jiyan û berhemên Ehmedê Xanî jî agahiyên hêja nivîsiye. Bo jiyana wî dîbêje:

“Ehmedê Xanî sala 1061ê Hicrî / beramberî sala 1650-51ê Zayînî li Bazîdê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Îlyas û navê diya wî Gulnîgar e.

Li Bazîd, Ahlat, Wan, Riha û Bedlîsê perwerde dîtiye. Îcazetnameya ji Medreseya Wan-Hoşabê wergirtiye.

Fêrî zimanê Erebî, Farisî û Osmanî bûye. Wê demê Erebî (zimanê Kur’anê), farisî (zimanê wêjeyê) û osmanî (zimanê burokrasiyê) bûye.

Xanî di mezheba Fiqhê de Şafîî ye. Mezheba wî ya îtîqadî Sunnî/Eşerî ye. Wekî feraseta sofîtiyê jî bi hawakî nerm “yekbûna bedenî” (Vahded-î Vucûd) parastiye.

Ehmedê Xanî piştî xwendinê li Bazîdê medreseyek ava kiriye. Di vê medreseyê de zimanê kurdî mecbûrî kiriye û wazîfeya muderîsiyê domandiye.”

Ev aqilmendê hêja, pêşengê olî û netewî, beramberî sala 1707-1709ê Zayînî li Bazîdê wefat kiriye. Rehma Xwedê lê be, rûhê wî şad be.

Bi wergera Fazil Omar Mem û Zîn a Almanî

C- ÇAR PIRTÛKÊN EHMEDÊ XANÎ

Çar pirtûkên Ehmedê Xanî heta îro mane: Nûbehara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê, Dîvan ve Mem û Zîn. Kadri Yıldırım ji bo pirtûkan dibêje: “Ji mêj ve di medreseyên kurdî de wek pirtûkên dersê hatine hînkirin û ezberkirin.”

1- Em berê pirtûka “Nûbehara Biçûkan” nas bikin. Yıldırım dibêje: “Ferhengeke beytên kurdî-erebî ye. Sala 1683an nivîsiye. Ji 220 dubendiyan pêk tê. Zêdeyî hezar peyv û termên erebî û wateya wan ên kurdî hene.”

Prof. Kadri Yildirim bi kelecan pesna pirtûkê daye û gotiye: “Nûbehara Biçûkan bi qasî ku em dizanin yekemîn ferhenga kurdî ye. Yekemîn ferhenga kurdî ya du zimanî ye. Xebateke ku bi armanca perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye amadekirin.”

2- Pirtûka “Eqîdeya Îmanê”: Ehmedê Xanî ev pirtûk sala 1687an nivîsiye. Li gorî agahiyên Yıldırım, pirtûk ji 73 dubendiyan pêk tê û bi şêwaza mesnewiyê amade kiriye. Zarokên kurdan li medreseyan bi sedansal ev pirtûk ezber kirine. Bi vî awayî zarok bi zimanê xwe yê zikmakî fêrî zanîna bingehîn a baweriyê bûne.

3- Pirtûka sêyemîn “Dîwan” e: Ehmedê Xanî, gelek helbest jî ji bo mezinan li ser mijarên cuda nivîsandine. Yıldırım dibêje: “Helbestên xwe di nav Dîwan”ê de kom kiriye.

4- Pirtûka herî girîng a Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” e.

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn sala 1694an qedandiye. Enstîtûya Kurdî li Almanyayê sala 1994an 300 saliya Destana Mem û Zîn pîroz kiribû û konferansek li dar xistibû.

Kadri Yıldırım danasîna destanê wisa kiriye:

“Ev pirtûk ji 60 beşan û 2656 dubendiyên mesnewî pêk tê.” (Mesnewî cureyekî helbesta du rêzî ye. Mijarên dirêj bi şiklê çîrokê îfade dike.)

Mem û Zîn lehengên evîneke ne, ku li Cizîrê qewimî ye. Ehmedê Xanî vê çîrokê nûjen kiriye û ji bo civaka Kurd armancên xwe yên polîtîk rave kiriye.”

Kadri Yıldırım piştre ev şîroveya girîng parve kiriye:

“Nêrînên Ehmedê Xanî yên li ser realîteya kurdan di nav waryantên Memê Alan de cih nagirin. Yanî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ne tenê mesnewîyeke evînî ye. Destana Memê Alan dubare nekiriye. Mem û Zîn berhemek bi tevahî orîjînal e.”

Prof vê dîtina xwe wisa xurt dike: “Osmaniyan piraniya mîrnişînên kurdan di serdema Xanî de ji hole rakirin. Ehmedê Xanî li dijî vê rewşê sekinî. Şîret li kurdan kir ku li ser bingeha hêza xwe rizgariyê bikin armanc. Ji bo vê bibin yek û koletiya dewletên serdest qebûl nekin.”

D- PESINDAYINA KURDAN

Ehmedê Xanî bawerî bi fezîletên Kurdan aniye. Wî xwestiye ku baweriya rizgariyê biçîne. Ji bo vê berhema xwe diyarî hemû Kurdan kiriye. Di beşa pêncemîn a xebatê de ji bo gelê xwe dibêje:

Her mîrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi rezmê Rustem

Cuwamêrî û hîmmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet

Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîrê hîmmetê dad

Hindî ji şeca’etê xeyûr in
Ew çend ji minnetê nefûr in

Ev xîret û ev uluwwê hîmmet
Bû mani’ê hemlê barê minnet

Lew pêkve hemîşe bêtifaq in
Daîm bi temerrud û şîqaq in

E- ÇIMA BI KURDÎ NIVÎSANDIYE

Prof. Kadri Yıldırım dibêje: “Heger bi erebî, farisî an jî osmanî binivîsanda, dê bêtir bihata xwendin û naskirin.” Vêca çima wî kurdî hilbijartiye? Ew dixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsîne. Sedema vê di beşa 6. a berhemê de bi dubendiyên jêrîn vedibêje:

Safî şemirand vexwari durdî
Manendê durrê lîsanê Kurdî

Înaye nîzam û întîzamê
Kêşaye cefa ji boy ‘amê

Da xelqi nebêjitin ku “Ekrad
Bê me’rîfet in, bi esl û bunyad

Enwa’ê milel xwudankitêb in
Kurmanci tenê di bêhisêb in

Dîwana Ehmedê Xanî

F- ŞÎROVEYA GIŞTÎ

Neheqî ye ku em em li Mem û Zînê tenê wek berhemekê polîtîk bixwînin. Xanî di vê destanê de termînolojiyeke pir dewlemend bi kar aniye.

Ehmedê Xanî li ser zanîna stêrnasiya Kurdan nivîsiye. Bi dehan kesayetên wek Îskender şîrove kiriye. Welatan mînak daye. Gelek fikrên cuda nîqaş kiriye. Bêhejmar dar û bi qasî cureyên çûkan xistiye nav destanê. Bi saya destana wî em hînî amûrên muzîkê û maqamên wê demê jî dibin.

Xanî van mijaran hemûyan bi hostayî û jêhatîbûneke mezin aniye ziman. Ji bo vê jî ev berhem hetanî îro maye û ji bo Kurdan bûye cihê serbilindiyê.

Kalikê me bala xwe daye ku kurdiyek pak bi kar bîne. Di dubendiyekê de li ser zimanê destanê dibêje:

Kurmancî ye, sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibên sipîde mane

Kadri Yıldırım dibêje: “Rewşenbîrên cîhanê jî gelek pesna Mem û Zîn dane. Heta îro bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Mesela, sala 1730an bi osmanî, sala 1897an bi ermenî, sala 1906an bi almanî çap kirine.”

H- FIKRA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Di dema Ehmedê Xanî de hinek Kurd li aliyê Osmaniyan û hinek jî li aliyê dewleta Sefewî bûne. Mîrnişînên heyî jî her tim di bin êrîş û zextan de mane. Loma wî yekîtiya Kurdan xwestiye. Wek mînak dubendên jêrîn de wisa bang kiriye:

Ger dê hebuwa me îttîfaqek
Vêkra bikra me înqiyadek

Rom û ‘Ereb û ‘Ecem bi temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîli dikir me dîn û dewlet
Teshîli dikir me îlm û hîkmet

Prof. Kadri Yıldırım (1959-2021)

I- KADRİ YILDIRIM KÎ YE
Li Lîcêyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Amedê xwendiye. Piştî zanîngehê (1986) 13 sal mamostetî kiriye.
Di navbera salên 1994 û 1998an li Zanîngeha Harranê û Fakulteya Îlahiyatê di beşa Ziman û Wêjeya Erebî de doktoraya xwe nivîsiye. Sala 1999an li Zanîngeha Dîjleyê wek alîkarê Doçent hatiye tayînkirin.

Sala 2004an bûye Doçent û sala 2010an bûye Profesör.

Kadrî Yildirim zewiciye û bavê çar zarokan e. Wî pirtûken hêja
nivîsandin. Navê hin pirtûkên ev in: “Medrese û Alimên Kurdan” (3 Cîld in. Pirtûkek pir hêja ye.)- Dîrok û Erdnîgariya Kurdan: Rojava, Efrîn û Rêzimana Kurd.