Govendên Botanê

Bahadîn Robar

Govend an jî cureyên din ên reqsê di jiyana mirovahiyê de cihek gelek girîng digirin. Weke ritûeleke ruhî perestin û parastina derûnî û giyanê mirov dike.

A- WATEYA GOVENDÊ

Govend weke têgeh tê wateya; bi meşê re gotin. Heke em peyvê darişin, “go” di zaravayê kurmancî de tê wateya “gotin” û “bêjtin”ê. “Vend/wend” jî paşgireke kurdî ya di wateya çalakbûn, jîrbûn û çakbûnê de ye.

Weke mînak; xwedawend, yanî yê ji xwe çêdike. Dema ev herdu hêman tên ba hev wateya govendê ya ku bi sedan jin û mêr destê hev digirin û bi ahengî direqisin derdikeve holê.

Jixwe kesên govendê digerînin çalakiyeke hûnerî ya biliv û tevger pêk tînin. Yanî gelek kes (jin û mêr) destê hev digirin û li ber deng û ahenga stran û enstrûmanên muzîkê yên weke ribab, tembûr, dehol û zirne û stranên

Govenda Kurdî nîşaneya nasnameya Kurdan e. Ji kurahiya dîrokê heya îro…

B- NEHATIYE NIVISANDIN

Govend di çanda kurdan de di asta herî jor û girîng de cihê xwe digire. Herwiha govenda kurdî beşek mezin û jêneger ya ji dîroka gelê kurd a nehatî nivîsandin e.

Têgeha govendê di hundirê xwe de reqs, muzîk, rîtm û wêjeya nîşandanê ya bi hezaran salan dihundirîne. Lewre govend weke ku tê zanîn hema ne tenê reqs û dansa li ber dehol û zirneyê ye. Ew embar û gencîneya piraniya kelepora kurdî ye.

Heta beriya niha 30-40 salan jî kurdan û bi taybetî kurdên gundî û koçer dawetên xwe piranî li ber rîtm û ahenga stranan dikirin.

Ji govendê komekê stranên rîtmîk distira û komeke din bi heman awayî lê vedigerand. Her straneke ku dihat strandin serpêhatî, çîrok û dîrokeke wê hebû. Bi govendê re ev çîrok, dîrok û serpêhatî jî di nava civakê de zindî diman.

Bi vê ve girêdayî her eşîr, gund, herêm û devereke Kurdistanê di van dawet û govendan de cil û bergên xwe yên herêmî û neteweyî pêşkêşî civakê dikirin û vî awayî cil û bergên xwe diparastin û vediguhestin nifşên nû.

Dîsa di dawet û govendan de hevcivandineke civakî çêdibû. Nas, dost, xizm, lêzim gundî û cîranan hem hezkirina xwe nîşanî xwedîyê govendê didan hem jî ji bo bûk û zava tengasiya aborî nekêşin li gorî derfetên xwe ew xalet dikirin. Bêgûman heta roja me jî ev kevneşopiya kurdan didome. Heke em bêjin govenda kurdî sergovendiya çanda kurd dike ne gotinek û tesbîteke ji wê ve hatîye.

Bêşik govend tenê ne ji bo zewacê tê lidarxistin, bi vê ve girêdayî di dema serkeftin, berxwedan, ayînên dînî, tolhildan, sersal, salveger, di karê borê de (bor: çêkirina kulav û tekeneyan), dem deman di navbera palehiyê û karên komînal de kurd govendê digerînin.

Govend hiş û bîra kurdan ya hevpar û domdar e. Lewre govend nasname û veguhestina nirxên bi hezaran salan civakê civandî ya şanoyî û dîtbar e.

1976, Şirnex.

C- GIRÎNGIYA DAWETÊN BOTANÊ

Heke em berê xwe bidin govend û dîlanên Botanê em ê hineke din girîngî û wateya govendê hîn bibin. Ez pêşî bêjim ku kêm netewe weke kurdan govendê digerînin. Lewre kurd bi sedan heta gelek caran bi hezaran kes destê hev digirin û bi yek ahengê, bêyî ku kesek piyê xwe şaş bavêje govenda xwe digerînin.

Li Botanê berî niha 20-30 salan dawetan 3 roj û 2 şevan (dawetên hinek dewlemend û malmezinan 7 roj û 7 şevan) berdewam dikirin. Di yek govendê de belkî bi sedan stran dihatin strîn. Li Botanê ji stranên dawetê/govendê re ‘bêlîte/bêrîte’ tê gotin.

Herwiha ji dehan zêdetir cureyên govendê li Botanê tên lîstin. Her cureyeke govendê xwedî şêwe û taybetmendiyek cuda ye.

Hinek li gorî rîtma şer û cengê ne, hinek li gorî rîtma palehî û karên din ên çolê ne, hinek li gorî rîtma şîn û girî ne, hinek li gorî rîtma dua û îbadeta ji bo xwedê ne, hinek li gorî rîtma keyfa bûk û zavayî ne û bi dehan rîtm û şêwazên govnedê yên din li Botanê tên lîstin.

Civaka Colemêrgê ji bo zindî hiştin û xwedî derketina cil û bergên kurdî mînak e. Her kes bi cil û bergên kurdî beşdarî dawetan dibe.

D- ÇÎROKA EZ XELEF IM

Bêgûman her cure û şêweyeke govendê jî xwedî çîrok û dîrokekê ye. Herwiha her stranek jî xwedî çîrok û serpêhatiyekê ye. Weke nimûne em kurt qala serpêhatiya strana Ez Xelef im bikin.

Piştî serhildana Bedirxan Beg bi îxaneta Êzdîn Şêr hat têkbirin, Osmanîyan Bedirxan Beg surginê Girava Girîtê kirin.

Êzdîn Şêr li şûna Bedirxan Beg bû mîrê Botanê. Lê Êzdîn Şêr nekarî bi êl û eşîrên Botanê re peywendîyek xurt dane, lewre tim jiyana wî di xetereyê de bû.

Her tim di navbera wî û serfermandarê wî Xelefê Şûvî de nexweşî çêdibe. Ji ber vê yekê hêza wî ya leşkerî kêm dibe û lewre neçar dimîne ew û Xelef li hev bên. Xelefê ku xwe spartibû çiyan dîsa vedigere qesra mîr. Lê qet ji dijberî û serhişkiya xwe ya li hemberî Êzdîn Şêr nayê xwarê.

Her çiqas derdor û wezîrên Êzdîn bi vê yekê aciz bûbin jî Êzdîn wî ji xwe dûr nake. Lewre ev stran dema Xelef dengê xwe bi ser yê mîr dixe û bi serê wî de dike qîr, vedibêje. Xelef di hewşa mîr de disekine û bi vî awayî mîr dixwaze kewxurê.

“Ey Êzdîn Şêr, ey mîrê Botan! Ew kî ye pişta xwe dayî tirkan? Qey ji te we ye ez ji meydana şerî ditirsim. Ka were em binêrin kî berx e û kî beran e. Kerem bike were pêş.” Bi vî awayî wî dixwaze bîne meydana cengê. Stran wiha ye:

Ez Xelef im Xelef im
Hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelef im Xelef im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e
Xwedîyê şûrê sedef im
Hawar e mîr hawar e mîr hawar e mîr
Xwediyê şûrê sedef im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e

Li nav eşîran bigef im
Hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
Li nav eşîran bigef im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e

Ez Xelef im Xelef im
Hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelef im Xelef im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e

Ez Xelefê Kinik im
Hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelefê Kinik im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e
Xwedîyê şûrê bişirik im
Hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
Xwedîyê şûrê bişirik im
Êzdîn Şêr begê began e

Li nav eşîran birik im
Hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
Li nav eşîran birik im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e
Ez Xelef im Xelef im
Hawar e mîr, Hawar e mîr hawar e mîr
Ez xelef im Xelef im
Êzdîn Şêr mîrê Botan e

Dawetek, li Qilabanê

E- ÇEND CUREYÊN GOVENDÊN BOTANÊ

Ez navê çend cureyên govendên Botanê li vir binivîsîm wê baştir be. Lewre dema mirov bixwaze wî cureyê govendê temaşe bike, mirov dikare di youtbe de peyda bike.

Cihde: Reqas hemû bi awayê ku her pênç tiliyên wan li hev kilît bibin destê hev digirin û milê xwe didin hev, yanî mil bi mil di cihê xwe de direqisin. Bi awayek ahengî pevre çoka xwe du caran dişkînin, carekê bêyî çoka xwe bişkînin xwe dilerizînin. Bes hinek kes li gorî darikê li deholê dikeve xwe direcifînin, disekinin heta careke din darik li deholê dikeve û careke din lingê xwe li erdê dixin û xwe direcifînin.

Sêgavî: Kesên govendê digerînin hemû bi tiliyên xwe yên qilîçkê tiliyên hev digirin û bi awayek rîtm û aheng ber bi aliyê rastê sê gavan tavêjin û li gorî gavên xwe destên xwe jî bi hejandinê re ber bi jêr û jor ve radikin û datînin. Piştî sê gavan disekinin, lingê xwe yê çepê piçekî tavêjin pêş û dîsa paşve dikişînin, piştre lingê rastê bi heman awayî çêdikin û bi lingê çepê gava xwe ber bi rastê ve tavêjin.

Dugavî: Ev cure govend jî dişibe sêgavîyê. Reqas bi tiliya qilîçkê destê hev digirin û ber bi rastê ve du gavan tavêjin. Piştî du gavan disekinin, lingê xwe yê çepê piçekî tavêjin pêş û dîsa paşve dikişînin, piştre lingê rastê bi heman awayî çêdikin û bi lingê çepê gavê tavêjin û lingê rastê jî bi wî awayî tavêjin. Destê xwe ji mil û pêde bi yek ahengê, hinekî hişk û radikin û datînin.

Bablekan: Bablekan govendek bitevger e. Reqas dîsa bi tiliya qilîçkê destê hev digirin. Bi lingê çepê dest pê dikin û sê gavan ber bi pêş ve diçin û sê gavan bi heman ahengê ber bi paş ve vedigerin. Destên xwe heta hinda milê xwe radikin û du caran ber bi pêş û paş ve dibin û tînin û dîsa ber bi jêr ve heta ber ranê xwe berdidin xwarê. Bedena xwe jî li gorî wê rîtmê direcifînin.

Colemêrg

Şêxanî: Govenda Şêxanî jî weke govenda cihde, reqas tev bi awayê ku her pênç tiliyên wan li hev kilît bibin destê hev digirin û bi rîtmek balkêş sê gavan ber bi pêş ve diçin. Di gava dawî de pevre du caran xwe ber bi jêr ve dişkênin û dîsa bi heman rîtmê sê gavan ber bi paşve û hinekî ber bi rastê ve vedigerin.

Sixcanê: Reqas tev bi awayê ku her pênç tiliyên wan li hev kilît bibin destê hev digirin û lingê xwe bi rast û çep sê gavan ber bi pêş ve tavêjin û bi her gavekê re bedena xwe ber bi jor û jêr ve dibin û tînin û dîsa bi heman awayî vedigerin cihê destpêkê. Bêyî ku ahenga xwe xirab bikin weke qulingan ber bi pêş ve berê xwe didin pişta hev û gavan rast û çep ber bi pêş ve tavêjin.

Sêva Sor: Ev cureyê govendê piranî ya herî dawîya dawetê tê lîstin e. Reqas bi awayê bazine (çember) pozîsyonê digirin û her pênç tiliyên xwe li hev kilît dikin. Destê xwe li hinda navtengê digirin û bi yek ahengê û sivik sivik ber bi rastê ve gavekê diçin û disekinin. Dema gava xwe tavêjin û disekinin lingê çepê ber bi rastê ve dihejînin û piştre lingê rastê ber bi çepê ve dihejînin û dîsa gavekê ber bi rastê ve tavêjin. Bi heman awayî destê wan jî bi yek rîtmê ber ve diçe û tê.

Eskerî: Di govenda eskerî de reqas bi qasî 60-70 cm dûrî hev disekin û destê xwe tavêjin ser milê reqasê li tenişta xwe. Pevre bi gavên lez ên di şêweyê bezê de ber bi rastê ve du gavan tavêjin û disekinin, dema disekin lingê çepê ber bi rastê ve dihejînin û piştre lingê rastê ber bi çepê ve dihejînin û dîsa du gavan ber bi rastê ve tavêjin. Destê xwe ji ser milê hev ranakin heta dawîyê.

Min Dîlan Kir: Govend dibe du bir. Herdu bir li pêşberî hev rêz dibin û her pênç tiliyên xwe li hev kilît dikin, yanî mil bi milê hev ve bi dest reqsê dikin. Herdu kom bi qasî 3-4 mitroyan dûrî hev ber bi hev ve tên. Pêşî lingê rastê bi awayek hêdî û giran ber bi pêş ve tavêijn. Lingê xwe li erdê dixin û dîsa weke ku strîyek bi lingê wan re çûbe hema pêre pêre lingê xwe paşve dikişînin û lingê çepê heman rîtmê tavêjin. Carek din lingê rastê bi heman rîtmê ber bi pêş ve tavêjin û carekê xwe ji navtengê ber bi jêr ve xwar dikin û radibin û heman şêweyî paşve tên cihê xwe û dubare dubare wisa dom dike.

Her weke din, govenda Masîro, Takoyî, Şemîranê jî li Botanê tên lîstin. Her straneke govendê bi du awaya dikare bê strîn. Ango hem giran, yanî hêdî hêdî tê strîn û hem jî sivik yanî bilez tê strîn. Reqas jî li gorî giranî û sivikiya stranê leztir an jî hêdîtir direqisin.

Weke me li jor jî qalê kir govenda kurdî di xwe de gelek aliyên din ên çandî û hunerî hebandiye û parastiye. Govenda kurdî parçeyek ji nasnameya kurdan e. Lewre di roja me de dewleta tirk ew qas bi çavsorî êrîşî govendên kurdan dike û stranbêj, reqas û xwediyê dawetan digirin û tavêjin zindanan.