Serpêhatiya Bêbextiyê: Strana Sînemê

Rûken Cûdî/Kovara Huner

Strana Sînemê weke gelek stranên kurdî yên kevn xwedî çîrok û dîrokek girîng û watedar e. Di dirêjahîya dîrokê de gelek stranên kurdî yên dengbêjiyê li ser bûyerên weke şer, evîn, bêrîkirin, xerîbî, welatperwerî, lehengî û hwd. hatine vegotin.

Ev rêbaz hem wek dîroknivîsîn û hem jî wek amûra pêşvebirin û parastina ziman, çand, huner û kelepora kurdî dihat bikaranîn.

Weke mînak; strana Ebabekirê Şekir Axa, li ser şerî ye. Strana Derwêşê Evdî û Edûlê li ser evînê ye. Strana Evdalê Zeynikê, Qulingo li ser xîzaniye hatiye vegotin û gelek stranên din li ser mijarên cur be cur hatine vegotin.

BÊBEXTIYA JINÊ

Strana Sînemê jî stranek ji van stranan e ku li ser bêbextî û zilma li ser jinê hatiye strandin. Li gorî lêkolîna me çîroka vê stranê li Botanê, li gelîyê Goyan, nêzî Sêgirgê hatiye jiyîn.

Li wir kela bi nav û deng Kela Gurgêlê heye, li rex kela Gurgelê kelhek din bi navê Kelha Sînemê (an jî Kelha Seîd Begê) heye. Ev bûyer li wir qewimiye. Piraniya dengbêj û lêkolînerên li ser mijarê xwedî zanîn û agahî ne wisa difikirin û wisa bawer dikin. (Li gorî hinekan jî bûyer li Xîzanê hatiye jiyîn).

Kelha Sînemê (Kelha Seîd Begê). Bûyera Sînemê li wir qewimiye.

DIZEWICE

Sînem keçeke jîr, jêhatî, bedew û berketî bûye. Li herêma Botanê zilamek nîvser re tê zewicandin. Hevserê Sînemê kesekê oldar û sofî ye. Piştî zewaca xwe di serdema çûyîna hecê de, ew jî ango hevserê Sînemê jî biryar dide ku biçe hecê.

Wê serdemê hecî ango kesên dê biçûna hecê (Erebîstana Siûdî, Meke) bi rê ve yanî bi peyatî diçûn. Lewre çûn û hatina wan bi mehan dom dikir. Hevserê Sînemê jî difikirî ku divê serdema dûr û dirêj de, heta ew ji hecê vegere hevjîna wî ango Sînem wê li kû û çawa debara xwe bike û li cem kê bimîne.

Li ser vê yekê biryarê dide, ya herî baş ew e ku Sînemê êmanetî Melayê gundî bike. Hevserê wê diçe cem Melayê gund û jê re dibêje: “Ez ê herim hecê, lewre kesê ez pê bawer bim ku Sînemê êmanet bikim tenê tu yî. Bila Sînem hem li cem te Quranê bixwîne û hem jî tu wê hay jê hebî.” Mela jî bi keyfxweşî vê pêşniyarê erê dike.

ÎXANETA MELE

Piştî hevserê Sînemê berê xwe dide oxirê û pişta xwe dide îxanetê… Sînem jî li cem Mele dest bi xwendina Quranê dike. Her roj di demê hatî diyar kirin de Sînem elîfba û cizûyên xwe digire û berê xwe dide mizgeftê.

Piştî çend caran Mela ders nîşanî Sînemê da û şûnde, dilê xwe lê xira dike. Destdirêjî û dehw li Sînemê dike.

Sînemê destdirêjî û xwesteka wî red kir û li hemberî wî bertek nîşan da. Her wiha tiştên ku Melayî pê dikir û jê dixwest hemû pê pirtilkê teyr û hibrê li ser kaxezekê nivîsî û weke delîl li cem xwe veşart.

Melayî bi israr xwesteka xwe ya destdirêjîyê domand. Li ser vê yekê Sînemê ji Seydayî re got; “Êdî ez nayêm dersê” û dev ji xwendina Quranê berda.

Melayî ji Sînemê re got: “Ger tu neyê û daxwaza min qebûl nekî, dema hevserê te hat ez ê bêjim Sînem ji sibehê heya êvarê bi xortan re, radibe û rûdine û li keyfa xwe dinêre.”

Ciwanekî Kurd. Gregorî Gagarîn (1810-1893) xêz kiriye.

SÎNEM BENDA HEVSERÊ XWE DIMÎNE

Sînem diçe mala xwe li bendê ye ku hevserê wê vegere û gilîyê Melayê ku destdirêjî û daxwazên bêexlaqî jê kirî jê re vebêje. Bi vî awayî Mela li mala xwe li pey dek û dolaban bû ku li Sînemê bike, difikire.

Dem diherike û dema hatina heciyan ya ji hecê tê. Heçî Mela ye ji ber çûn û hatina cimaet û mêvanan ya ji bo mizgeftê agahiya hatina heciyan ya ji hecê seh dike ku nêzî gund bûne.

Sînem jî di mala xwe de li bendê ye ku hevserê wê di demek nêzîktirîn de were malê. Lê Mela bi tevî çend kes û gundiyan diçe pêşwazîya heciyan. Hêj hecî dûrî gund nêzî Rezê Mîran pêşberî kelhê xwe digihîne wan û hal û hewalê wan dipirse.

Piştî xêrhatina wan dike hevserê Sînemê ji bikelecan pirsyariya rewşa Sînemê ji Melayî dike. Dema hevserê Sînemê pirsyariya wê dike, Mela axîneke kûr dikêşe û dibêje:

HEVSER JI GOTINÊN MELE BAWER DIKE

“Ma ez ji te re çawan vebêjim. Ji roja tu çûyî heya niha mala Sînemê bûye cihê xortan. Kî diçe û kî tê nedîyar e, sibe heya êvara bi xortan re radibe û rûdine, li keyf û karê xwe dinêre. Her min çi kir û nekir min çare jê nekir.”

Hevserê Sînemê jî baweriya xwe bi gotinên Melayî anî. Wî ji xwe ra digot: “Mela ye, alim e û ehlê xwedê ye, ew derewan nake.” Lewre dilê wî li hemberî Sînemê tijî hêrs û kîn bû.

Ji hêla din ve Sînemê xwe ji bo pêşwazîya hevserê xwe xemilandîbû û li ber derî li benda hatina wî sekinîbû. Dema hevserê wê digihêje biniya pêlpêlikên kelhê Sînem jî ber bi wî ve berjêr diçe.

XENCER

Hevserê wê bi wê hêrs û kîna ku Melayî ew tijî kiribû, bêyî ku pirs û pirsyarê bike, radihêje xencera xwe û li singê Sînemê dixe!

Dema xencer di canê Sînemê de diçe xwar, Sînem fêm dike ku Melayî bêbextî lê kiriye, lewra pêre pêre kaxeza ku kiryarên Melayî tê de nivîsandî ji pizîya (paşil) xwe derdixe û raberî hevserê xwe dike û dibêje:

“Xwedê mala bêbextiyê xirab bike.” Dema Hecî ango hevserê wê berê xwe dide kaxezê û dixwîne, dibêje: “Hey hooo min çi kir?” Dest diavêje Sînemê vir ve û wir ve radike, lê mixabin feyde nake û Sînem ranabe, canê xwe dide. Piştî vê bûyerê hevserê Sînemê gelek poşîman dibe û vê strana li jêr li ser Sînemê distire:

Sînem

Ay lê Sînem delalê çima tu li min damayî
Mehbûba li ber dile min ê, çima li min damayî,
Sînem
Ay lê Sînem lê hêhê lê, Sineeem ew belekena çavan
te wê li min kil dayî
Xwedê xira bike mala vî Melayî
Ew Melayê rihikê xwe berdayî
Sînem
Ay lê çawa kaxeza min li cem rebê alemê Spî bû
vî teresî hibra reş lê dayî Wey delalê,
hey hey hohoo hohoo hohoo ey Sînem hêhêêê
Ay de rabe Sînem, mehbûbê Sînem, şengê şoxê şirînê Sînem
Wey te derd heye ooy wey delalê derman nîn eee

Ay lê Sînem rabe ji xewa şirîn, ev çi dem e Sînem
Mehbuba li ber dile min ê rabe ji xewa şirîn ev çi dem e
Sînem Ay lê hêhê lê Sînem, dev û lêvên te taxim in,
Sing û berî û bedena Sînema min mîna qumaşê li nav ecem e
Sînem Ay lê çavê xelik û alemê rojikê îd û erefatan
fitrê serê xwe didinê wey delalê êêê ey
hê hêê hêê hohoo hohoo hohoo oy lê êêê
Sînem Hêhê hêhê wey delalê, ez fitra serê te me Sînem
De rabe Sînem, dilberê Sînem, mehbûbê Sînem Şengê şoxê şirînê Sîneeem
Hey derd heye eee hohoo mala min derman tunîne

Ay lê Sînem ez ê li Hizanê d’meyzînim bihar e
Sînem Mehbûba li ber dile min ê
w’ez ê li Hizanê d’meyzînim bihar e Sîneeem
Ay lê hêhê lê Sînem kulîlkên sosin û beybûnan
Hey hey hohoo hohoo hohoo Sînem hêhê êè
Ax de rabe Sînem, dileberê Sînem
Mehbûbê Sînem, şengê şoxê şirînê Sînem
Hey te derd heye ee, ooy ooy evdalê derman tunîne

Pala xwe dane guhara Sînem
Ax lê gelî birano ditîna min û Sînema min
bûye carek yek carê wey delalê hêhê

PELÊN GIYASÎNEMÊ DIWEŞIN

Li gorî dengbêjên herêma Botanê Hecî Ehmedê Şilyanî, Xelîlê Serigî û nivîskarê Antolojiya Dengbêjên Botanê Bahadîn Robar dema strana Sînemê li ber giyasînemê tê strandin pelên wê weke ku bayek dijwar lê bide diweşin.

Li ser vê angaştê Hecî Ehmedê Şilyanî dibêjê: “Min bi çavên xwe dît birayê min Hacî Smaîl li ber tayekê giyasînemê strana Sînemê stra û pelên wê weke baranê weşiyan xwarê.”

Ew dibêje me got dibe ku ji xwe pelên wê weşiyabin an jî ev nazik û lawaz bibe lewre pelên wê weşiya bin, ka li ber kursek din vê stranê dîsa bistire.

Wî li ber kursek (tayek) din strana Sînemê dîsa stra û dîsa li pêşberî çavên me ve pelên wê jî yek bi yek weşiyan. Her çi dibe bila bibe di nava gelê Botanê de wisa tê bawerkirin.