Çîroka Strana Kaniya Jêr

Mirov dikare bêje hemû stranên Hozan Aydin çîrokek xwe heye. Em ê bo nimûne qala strana “Kaniya Jêr” bikin.

Hunermend ji Tekmanê ye û ev bûye 35 sal nekare biçe gundê xwe.

Rojekê hunermend pir bêriya gundê xwe kiriye û strana “Kaniya Jêr” li ser bêrîkirinê derketiye. Ev stran di nav albûma “Yarê Bizane” re cih digire. Pêşî em gotinên stranê û piştre çîroka wê parve bikin:

Hozan Aydin û Firaz Baran. Me ji bo danasîna albûman bi Hozan Aydin re li bajarê Kölnê hevpeyvînek dûr û dirêj kiriye. Mamoste, ev bûye 35 sal nikare biçe gundê xwe. Di nav hevpeyvînê de gelek caran em hestiyar bûn. Ji ber ku her stran xwediyê çîrokekê cuda ye. Lê hevalê me Dewran Amed bi henekên xwe hêz da me. Em bi henekên Dewran dikenin…

Kaniya Jêr
Gotin û Muzîk: Hozan Aydin
Berlin, Haziran 2015

Lê hokehokê şivana
Qada xemlê bêrîvana
Seyran û geşta ciwana
Kaniya jêr kaniya jêr

Dîsdor
Kaniya jêr kaniya jêr
Ezê rojek werim bi xêr
Dîsa ji wê ava te yî zelal
Bi gulman vexwime têr
Tasek ji wê ava te yî zelal
Vexwim ez vexwime têr

Havînan ava wê sare
Zivistan germe bixare
Kê jê vexwar kê nexware
Kaniya jêr kaniya jêr

Ji bin erdê sar dikele
Bihar tê dor pûş û pele
Nav şênkayî vedizele
Kaniya jêr kaniya jêr

Hozan Aydin li ser çîroka stranê got:

“Li navçeya Tekmanê ya Erziromê çar gundên me hene. Em hemû ji heman malbatê ne. Cihê ez lê dayik bûme yek ji wan çar gundan Xindeqan e.

Kaniya Jêr kaniya gundê me ye. Ji bo min cihekî taybet digire. Ji ber ku zarokatî û xortaniya min li kêleka wê kaniyê derbas bûye.

Ava xwe di bin erdê de dikele. Havînê ava xwe pir sar e. Hûn nekarin sê saniyan destê xwe tê de bigirin. Mînakî, heke hûn zebeşek têxin nav wê, ew we dibire.

Serhed bi zivistanên xwe navdar e. Hemû av cemadê digirin. Gelek berf dibare. Lê ava Kaniya Jêr cemadê negire. Ji ber vê yekê heywanên gund zivistanê li wir ava xwe vedixwin. Zivistanê jî ava xwe germ e.

35 sal derbas bûne min Kaniya Jêr nedîtiye. Mirov bêriya wê dike. Ji ber vê yekê ez di stranê de dibêjim:

Ezê rojek werim bi xêr
Dîsa ji wê ava te yî zelal
Bi gulman vexwime têr.”