Dueta Diyar Dêrsim û Hozan Zozan

Kovara Huner/Beşa Muzîkê

Hozan Diyar hunermendekî bestekar e. Lê aliyê wî a gelerî jî xurt e. Gelek stran hene ku bi rêya wî ketine nav kasetan.

Di dawiya kaseta yekemîn (Kerwan) a Hozan Diyar de wî Pot-Pourri‘yek pêşkeşî guhdaran kiriye. Di nav de sê stranên gelerî hene.

Strana yekemîn “Hey Lawiko” ye, ku li ser berga kasetê “Lo Lawo” hatiye nivîsandin. Hunermenda mezin, avakarê Hunerkomê Hozan Zozan bi Diyar re duet kiriye.

Strana duyemîn “Xanim Lê” ye û Hozan Zozan gotiye û wokalîstên mêr vedigerinin. Strana sêyem “Zeynê” ye û dîsa Diyar dibêje û Hozan Zozan vedigerîne. Gotinên stranan li jêr in:

Hunermend Diyar Dêrsim

Hey Lawiko

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Way baniyan ba tînin
Were hey lo hey lo hey lawiko
Çaxlê kaniyan av tînin
Delalê dilê min lawiko

Kilê çavan yar tînin were
Were hey lo hey lo hey lawiko
Kilê çavan yar tînin
Delalê dilê min lawiko

Ba baniyan ban şuştin
Were hey lo hey lo hey lawiko
Çaxlê kaniyan ew şuştin
Delalê dilê min lawiko

Kilê çavan yar kuştin
Were hey lo hey lo hey lawiko
Kilê çavan yar kuştin
Delalê dilê min lawiko

Di şahiyekê de avakara HUNERKOMê Hozan Zozan, Dengbêj Marûf û Rêber Serhed.

Xanim Lê
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Li ser çiyan ser baniyan xanim lê
Ref ref hatin zer bêriyan zanim lê
Xwe li ba kirin ew çengiyan xanim lê
Kon vegirtin mer xemiliyan zanim lê

*

Zeynê
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Tu ku dare ez gulî me lê Zeynê Zeynê Zeynê
Gulî me li şaxê te me lê Zeynê ez bi tenê me
Tu ku bûkî ez xêlî me lê Zeynê Zeynê Zeynê
Xêlî me li eniya te me lê Zeynê ez bi tenê me

*

Jêrenot 1: Gotinê “Duet”ê ji ku tê? Bi zimanê Îtalî dibêjin “duetto” (bi du kesî) û bi Fransî dibêjin “duette” (di nav muzîkê de bi du kesî). Ev gotin ji zimanê Latînî û bi gotina “Duo” (2. Balkêş e. Wekî Kurdî ye) hatiye. Îro wextê ku du stranbêj bi hev re stranekê dibêjin, ji vê performansê re dibêjin: “Duet.”

Jêrenot 2: Gotina “potpourri”

Pot: Tas.
Kappourri: Tiştên rizî, xerabe, an jî kevn.

Li Fransayê di sedsala 17an de, gul û biharatên cûrbecûr ên hişkkirî dikin tasekê û tevlihev dikirin, da ku behnên xweş derbixin. Wekî parfuma odeyê bikartanîn. Jê re digotin: “potpourri”. Bi demê re, ev pênase guherî. Îro, ew ji bo danasîna stranên li pey hev dibêjin “potpourri.” Carcaran jî dema ku te nivîsên cuda hilbijart û di nav pirtûkekê de çapkir, ji wê re jî heman gotinê bikartînin.